Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCÊ-E’yê piştgiriya ji bo entegrasyonê û banga naskirina mafên Êzidiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê gihîştin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîba Keskîn: Nabe ku aştî ji zihniyeta mêr re were hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş: Divê dawî li taloqkirina berdanê bê anîn, deste bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > KCÊ-E: Cejna Êzî pîroz be
Civak & Ekolojî

KCÊ-E: Cejna Êzî pîroz be

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê cejna Êzî pîroz kir û bang li civaka Êzidî kir ku xêr û xêratên xwe ji Êzidiyên li kampan, ji Şengalê û koçberên Serêkaniyê û Efrînê re bişînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyekê cejna Êzî di serî de li civaka Êzidî, li tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê pîroz kir û diyar kir ku ew hêvîdar in, ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo tevahiya gelên cîhanê.

Di peyama KCÊ-E’yê de hate bibîrxistin ku civaka Êzidî li welêt û li seranserê cîhanê ji 2’ê Kanûnê û vir ve pêşwaziyê li rojî û cejnan dike û hate gotin, piştî pîrozkirina cejnên Şêşims û Xwedanan, di qonaxa dawî de rojiya Êzî tê kirin û 19’ê Kanûnê wê bi kelecaneke mezin cejn bê pîrozkirin.

Li ser wateya rojiyan hate gotin, “Li gorî baweriya me di tevahiya pêvajoya rojiyan de mirov bi xwe re di warê nefsî de paqijbûn û nûbûnekê çêdike. Di warê ruhî û derûnî de jî xwe li ser rêya Êzdatiyê xurt û qewîn dike. Her wiha ji me tê xwestin, di dema rojiyan de xêr û xêratê miriyan bê dayin, piştgirî û alîkarî bi kesên hewcedar re bê kirin.”

‘XÊR Û XÊRATÊN XWE JI ÊZIDIYÊN LI KAMPAN, LI ŞENGALÊ, KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ Û EFRÎNÊ RE BIŞÎNIN’

KCÊ-E’yê bi vê mebestê bal kişan ser hebûna bi hezaran Êzidiyan li kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê, şert û mercên li Şengalê, koçberên Serêkaniyê û Efrînê û got, “Erkê her mirovekî Êzidî ye ku li van kesên hewcebûna wan bi alîkariyê heye xwedî derbikeve. Her mirovekî me dikare xêra xwe bi rê ya Konto’yê SMJÊ ( Siwana Meclisên Jinê Êzidi ) bişînin.

Êzdiyên dilsoz, girînge ev çanda qedîm ji aliyê civaka me ve were parastin. Pêwîste em weke civak û saziyê wê di vê têgihiştin û zanistiyê de bin, çanda me û baweriya me di bin xeteriyeke mezin de ye. Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivsînin.”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê destnîşan kir ku divê civaka Êzidî bi taybetî xwedî li peyama Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk derkevin, pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin û got, “Divê, ji bo nasandin û parastina bawerî û çanda Êzdatiyê, civaka me li ku derê be bila be girînge bi ruhê seferberiyê li erka xwe xwedî derkeve û li ser bingeha civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike. Dîsa girîng e em weke civaka Êzîdî û saziyê wê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd têkoşina xwe xurtir bikin.

Li ser vî esasî em wek Koordinasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê cejna hemû civaka xwe ya li tevahiya cîhanê pîroz dikin û bang li gelê xwe dikin ku bi girseyî tevlî deverê cejna Êzi lê tê piroz kirin bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Senatoya DYE’yê Yasaya Rayedarkirina Parastina Neteweyî ya li dijî Îranê erê kir
Nûçeya Pişt re Li Binarê Qendîlê civîna ‘xizmet’ û ‘xwerêveberiyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniya li ser ‘notên hevdîtinê’

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî parvekirinên li ser medya dîjîtal û hin saziyên çapemeniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Rêber Apo ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyam…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçerên li Bradostê ji ber bombardûmanê zozanan diterikînin

Ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê, koçerên li herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Endonezyayê protestoyên nifşê Z dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KCÊ-E’yê piştgiriya ji bo entegrasyonê û banga naskirina mafên Êzidiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?