Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li girtîgehên Riha, Tokat û Osmaniyeyê binpêkirina mafên mirovan
Rojane

Li girtîgehên Riha, Tokat û Osmaniyeyê binpêkirina mafên mirovan

Şaxê Rihayê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên li Tokat, Osmaniye û Rihayê raporek weşand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Şaxê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Rihayê rapora der barê girtîgehên Tokat, Osmaniye û Rihayê de, bi civîneke çapemeniyê ragihand.Di civînê de ku li avahiya komeleyê pêk hat, endama Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Dîcle Aksûyê raporê parve kir. Dîcle Aksûyê binpêkirinên mafên mirovan ên ku wan di serdanên xwe yên birêkûpêk ên di navbera Tîrmeh û Kanûnê de li girtîgehên Tîpa T ya Osmaniye, Tîpa T ya Hejmar 2 ya Rihayê, Tîpa T ya Tokatê û Sêwregê de tespît kirine, parve kir.

Rapora ku ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê ve hat amadekirin wiha ye:

GIRTÎGEHA HEJMAR 1 Û HEJMAR 2 A OSMANIYEYÊ

*Di dema revîrê û sewqên nexweşxaneyê de, di dabînkirina dermanan an tedawiyê de astengî û kêmasî,

*Destûr nayê dayîn ku ew beşdarî çalakiyên civakî û çandî bibin,

*Hejmara kesên ku di odeyan de bi hev re tên girtin ji kapasîteya wan zêdetir e, 8 kes di cîhek ji bo 4 kesan de dimînin,

*Di odeyan de kamera hene,

*Di lijneya îdare û çavdêriya de, pirsên siyasî hatine pirsîn, poşmanî hatiye ferzkirin, li ser PKK û Abdullah Ocalan pirs hatine pirsîn û bersivên van pirsan wekî bingeh ji bo dirêjkirin/şewitandina înfazê hatine bikaranîn,

*Li odeyan gelek caran lêgerîn hatine kirin û di van lêgerînan de mafê rêzgirtina li jiyana taybet esas nehatiye girtin,

*Hin tiştên ku li kantînê tên firotin dema ku di lêgerînan de hatıne ditın tiştên qedexe hatine desteserkirin û li dijî girtiyên ku van tiştên ji kantînê kirîn ewekî hincet bi kar anîne, lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin,

*Hat ragihandin ku kovar û rojnameyên muxalif nadin girtiyan û xwegihandina kanalên televîzyonê jî sînordar e.

GIRTÎGEHA TÎPA T A TOKATÊ

*Girtiyan ragihandiye ku lêgerînên devkî hîn jî tên kirin,

*Girtiyên bi nexweşiyên giran li gorî prosedurên rûtîn nayên dermankirin ku ev yek dibe sedema xirabûna rewşa tenduristiya wan;

*Di lijneya îdare û çavdêriyê de pirsên siyasî ji wan hatine kirin, zext li wan hatiye kirin ku poşman bibin, li ser PKK û Abdullah Ocalan pirs hatine kirin û bersivên wan wekî bingehek ji bo dirêjkirin an şewitandina înfazê hatine bikaranîn,

*Kotaya pirtûkan bi 7 pirtûkan ve sînordar e,

*Çalakiyên civakî hatine sînordarkirin,

*Malbatên hemû girtiyan li derveyî bajarê Tokatê dijîn, ji ber vê yekê serdan bi rêkûpêk nayên kirin,

*Girtiyên siyasî nikarin ji mafê hevdîtina vîdyoyî sûd wergirin,

*Her çend girtiyên edlî dikarin hevdîtina vîdyoyî yên 30 hûrdemî bikin jî, ji bo girtiyên siyasî destûr nayê dayîn ku vî mafî bi kar bînin.

*Hat ragihandin ku dema xizmên girtiyên edlî neçin hevdîtina vekirî, dema hevdîtina bi vîdeyoyî dibe saetek, lê girtiyên siyasî saniyeyekê jî nikarin hevdîtina vîdyoyî bikin,

*Her wiha hat ragihandin ku di navbera hevdîtina girtiyên edlî û siyasî de ferqa demê heye û mafê hevdîtina bi rêya telefonê bi xwe jî li gor cureya sûc tê kirin,

GIRTÎGEHA TÎPA T A RIHAYÊ

*Li qawîşên girtiyên mêr jî di dema hewaya sar de jî pirsgirêka germkirinê nayê çareserkirin û kalorîfer xerabe ne,

*Ronahiya av qawîşan qels e, betanî, nivîsn û çarşef ji aliyê îdareyê ve tên dayîn, lê ji ber ku kevn in nayên bikaranîn,

*Germkirin di hewaya sar de bi radyatoran tê peyda kirin, lê ew tenê di demên diyarkirî de têne vekirin û dûv re têne vemirandin, ku dibe sedema pirsgirêkên germkirinê.

*Li odeyên girtiyên mêr, germkirin di hewaya sar de ne mimkûn e ji ber ku radyator xera bûne.

*Ronahî di hundurê odeyan de têrê nake, û pêdiviyên bingehîn ên wekî nivîn, betanî û çarşef ji hêla rêveberiyê ve têne peyda kirin, lê ev tişt têne bikar anîn, kevin in û di rewşek xirab de ne, ji ber vê yekê ew nayên bikar anîn.

*Pirsgirêka ava germ heye,

*Mafê sewqkirina nexweşxaneyê û tenduristiyê bi derengî tê xistin û carinan ji ber ku bijîşk tune ne, girtî nikarin biçin revîrtê,

*Daxwazên taloqkirina ceza û berdanê yên girtiyên nexweşînên wan giran, esas nayên girtin,
*Di peydakirina dermnanan û sewqkirina nexweşxaneyê de pirsgirêk rû didin,

*Der barê biryarên lijneya îdare û çavdêriyê de têra xwe agahî nayên dayîn, biryarên ji aliyê vê lijneyê ve tên dayîn ne objektif û adil in, berdana girtiyan bi hincetên kêfî tê taloqkirin,

GIRTÎGEHA SÊWREGÊ

*Ferzkirina lêgerîna li hundirê dev hê jî tê sepandin û ji ber vê xwegihandina mafê tenduristiyê tê astengkirin,

*Îdare bêyî ku guh bidê girtî nexweş e yan na, daxwazên berdanê bi kêfî û bêsedem red dike,
*Girtiyên bi navê A.D. û A.Ç. ji ber ku lêgerîna li hundirê dev qebûl nekirine cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn,

*Girtî A.T. ku 31 sal in girtiye û lijneya îdare û çavdêriyê çar caran berdana wî taloq kiriye; li heman qawîşê berdana girtiyê bi navê Î.H. carekê û ya M.E. jî carekê hatiye taloqkirin.
*Veguhastina di navbera girtîgehan de bi wesayîtên rîngê tê kirin û di dema sewqkirinê de desten girtiyan tên kelemçekirin û pêdiviyên wan nayên dabînkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîda xwe spart axê
Nûçeya Pişt re YPJ: Fermandar Bêrîtan şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Em erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Tulay Hatîmogullari şermezar dikin

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Hevseroka…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Mehmûd Mamo bi merasîmekê hate veşartin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Mamo li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Têkildarî karesata madenê ya li Erzînganê 6 kes hatin girtin

Di lêpirsîna têkildarî karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê 8 kes hatibûn binçavkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?