În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Festîvala Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Adil Osman: Bandora fikrî ya Rêber Apo zanebûna neteweyî bi pêş xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Rojên Amara bi hezaran kes ber bi Xelfetî bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya têkildarî salvegerê: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn
Jin

Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

Rojnameya Newaya Jin gotina "Têkoşîna me dijwar e, balkêş e û yekkirî ye" ya Sakîne Cansiz kir manşeta hejmara xwe ya taybet a 250'emîn û komkujiyên Parîs û Silopiyayê, têkoşîna jinê, pêvajoyên hiqûqî û hişê berxwedanê bi dosyayên berfireh nirxand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rojnameya Newaya Jin hejmara xwe ya taybet a 250’emîn ji komkujiyên Parîs û Silopiyayê re veqetand. Di manşetê de jî cih da gotina “Têkoşîna me dijwar e, balkêş e û yekkirî ye” ku gotina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ye.

Komkujiyên Parîsê yên Çileya 2013 û Kanûna 2022’an û komkujiya li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya Çileya 2016’an di hejmara taybet de bi berfirehî hate nirxandin. Di dosyayê de li gel têkoşînên hiqûqî û civakî yên gel û jinên Kurd ên li hemberî komkujiyan, her wiha jiyana têkoşînê ya kesên hatin qetilkirin, azadiya jinê û mijara xweparastinê hate vegotin.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Di 4’ê Çileya 2016’an de endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA’yê Fatma Ûyar li taxa Karşiyaka ya Silpoiyayê hatibûn qetilkirin.

Di 23’ê Kanûna 2022’an de Evîn Goyî (Emîne Kara), Abdurrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer di êrişa ku weke “Komkujiya Parîsê ya Duyemîn” hate binavkirin de jiyana xwe ji dest dabûn.

Di hejmara taybet de têkoşîna piştî van komkujiyan, pirsgirêkên di pêvajoyên hiqûqî de û encamên berxwedana jinan ji aliyê nivîskarên cuda ve hatin nirxandin.

Dosya û nivîsên di rojnameyê de hatin weşandin bi vî rengî ne:

Denîz Nûrhak di gotara xwe de ya bi sernavê “Komkujiyên Parîsê yên bi têkoşînê hatin ronîkirin lê bi hiqûqê hatin tarîkirin” qala aliyên têkoşîna hiqûqî û civakî ya piştî herdu komkujiyên Parîsê kir.

Berfîn Guneş bi sernavê “Komkujiyên Parîsê: Şîn, Berxwedan û Hiş” gotarek nivîsî û berxwedana civakî ya jinan nirxand û destnîşan kir ku bîranîn ji bo jinan têkoşîneke polîtîk e.

Haskar Kirmizigul jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Rêya ku gotinekê vekir” giranî da ser têkiliya navbera hiş û berxwedanê; aliyê gerdûnî yê berxwedana Sakîne Cansiz nirxand.

Di hejmara taybet de her wiha nivîsên Fermandara YJA Starê û Endama Meclîsê ya PAJK’ê Berfîn Nûrhaq (Hanim Xanê Demîr) jî hatin berhevkirin û weşandin ku Berfîn Nûrhaq di 13’ê Kanûna 2021’ê de li Garê şehîd bû.

Nirxandinên ku Rêber Apo di sala 1994’an de li ser azadiya jinê kir, bi sernavê “Ji bo şoreşa jinê, exlaqê şoreşgerî pêwîstî ye” li rûpela forûmê hatin weşandin.

Di rojnameyê de li ser mijarên xeta berxwedanê ya jinên Kurd, pêşengiya wan li pêvajoya xwerêveberiyê, têkoşîna jina a li Rojava, Rojhilat û Ewropayê, portreyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar û gelek hevpeyvîn û analîz hatin weşandin.

Hejmara taybet a 250’emîn a Newaya Jin li ser navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir
Nûçeya Pişt re SAMER: Sala 2025’an nîjadperestiya li dijî Kurdan, koçberan û Elewiyan zêde bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tişrînê hêza fermandariyê ya Rêber Efrîn

Rêber Efrîn ji fermandarekî wêdetir ji şervanan re bûye nîşaneyek. Şervanên li Tişrînê li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteya ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadi: Bang destpêka çareseriyê ye

Komîteya ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê ku piştgiriya xwe ya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Destîna Kobanê: YAT ji bo parastina xaka Sûriyeyê amade ye

Fermendara Giştî ya Yekîneyên Antî Teror Destîna Kobanê diyar kir ku rola Yekîneyên Antî Terorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Karwanê duyemîn ê koçberên Efrînî bi rê dikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê êrişa xwekujî: 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê daxuyaniya têkildarî salvegerê: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?