Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, pêvajoya siyasî ya li Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Çîgdem Kiliçgun Ûçar li gel pêvajoyê dubare bal kişand ser girîngiya banga 27’ê Sibatê û ev yek anîn ziman: ‘’Hem pêvajoya li vir hem jî di polîtîkaya têkildarî Sûriyeyê de. Tiştên ku li Rojava rû dan û awayê destwerdana Tirkiyeyê ya li ser wir bi awayekî eşkere nîşan dan ku Tirkiye xwedî li banga 27’ê Sibatê derneketiye. Li şûna şikandina bandora sermuzakerevan Birêz Ocalan, li şûna ku li gel Birêz Ocalan pêşiyê li êrîşan bigire neçar e ku zêdetir guhê xwe bide fikrên Birêz Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn, pêşeroja gelê Kurd û pêşeroja welatên demokratîk û berê xwe jî bide vir.’’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser pêvajoya dawîn û diyar kir ku pêvajo êrîşeke piralî û di heman demê de xaleke siyasî ya krîtîk e. Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre anî ziman ku pêvajo bes ne leşkerî ye di heman demê de xwedî wateyeke îdeolojîk û siyasal e, destnîşan kir ku tiştên rû dane bi awayekî rasterast girêdayî Banga 27’ê Sibatê ne û diyar kir ku êrîş piştî hevdîtinên hikûmetê yên di çarçoveya ewlehiyê de dest oê kirine û got: ‘’A rastî em qala serdemeke piralî û êrîşên piralî dikin.’’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre diyar kir ku li Tirkiyeyê ji Banga 27’ê Sibatê ve ye di çareseriya pirsgirêka Kurd de ketine pêvajoyeke ku xwe nû kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Hem gotinên Tevgera Azadiya Kurd hem jî gotinên Birêz Ocalan di nava xwe de pêngavên gelekî wêrek dihewandin. Rewş gihîşt xaleke wisa ku êdî xeteke polîtîk ya ku dewleta Tirk ji pêngavavêtinê bireve, nema.’’
XETEKE KU BI DARÊ ZORÊ BERÊ GELAN BIDE ŞERÊ NAVXWEYÎ HATE ŞOPANDIN
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dewama axaftina xwe anî ziman ku Tirkiye Tirkiye di vê pêvajoyê de li şûna ku pêngavan biavêje tevlîêrîşên li Sûriyeyê bûye û got: ‘’Hebûna Tirkiyeyê ya di nava geşedanên li Sûriyeyê de hinekî jî dişibe vê yekê. Xala ku di banga 27’ê Sibatê de gihiştiyê ew xal bû ku diviya Tirkiyeyê pêngav biavêtana. Li şûna ku pêngavan biavêje cihgirtina di nava şer û pevçûnên li Sûriyeyê de tercîh kir. Lê belê a niha divê êdî pêngavan biavêje. Yanî geşedanên li Sûriyeyê daniye pêşiya banga 27’ê Sibatê ya li Tirkiyeyê û rewşa hewcehiya pêngavavêtinê.’’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser tabloya giştî ya Rojhilata Navîn û got ku ev demeke dirêj e li herêmê dîzayneke berdewam dike heye û ev yek anîn ziman: ‘’Emerîka, dema ku cara ewil Trump hate hilbijartin îfade kiribû ku ew ê ji Rojhilata Navîn li gel hêzên xwe vekişe. Baş e be wê demê wê kî bike şûna xwe? Bi qasî ku me fêm kir bi taybetî jî girêdayî Peymanên Îbrahîm, yanî di vê pêvajoya ku Ereb û Cihû anîn li ba hevûdu û pêkanîna hin lihevkirinên ewlehî û bazirganî de wê di serdema nû de herêmê ji Îsraîlê re bihêle. Tiştekî din ê ku di encama êrîşan de derketiye holê heye. Ger were bîra we piştî merasîma çekdanînê Serokkomar Erdogan anî ziman ku ew gelekî girîngiyê didin tifaqeke ku ji Tirk, Ereb û Kurdan pêk tê. Lê belê li Sûriyeyê bi taybetî jî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xeteke ku Kurd û Ereban bi şerekî navxweyî re rû bi rû bihêle, hate şopandin. Ev, hewleke şerê navxweyî ya berhewakirina destkeftiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû.’’
DESTKETIYÊN GELÊ KURD HATIN HEDEFGIRTIN
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hate xwestin ku destkeftiyên gelê Kurd lawaz bikin û got: ‘’Polîtîkayeke lawazkirina destkeftiyên gelê Kurd hate birêvebirin. Li Rojava pergaleke ku hemû êrîşan pûç bike, derket holê. Rojava li cihekî gelekî krîtîk disekine. Pergaleke ku gelê Kurd bi xwe bi rê ve bibe, heye. Pergaleke pêkvejiyana gelan heye. Şerê tê meşandin, hem îdeolojîk, hem îradeya gelê Kurd û hem jî têkoşîna jinan hedef digire. Her wiha di dîroka têkoşîna gelê Kurd de yek ji kêmasiya herî girîng, mijara yekîtiya siyasî, polîtîk û civakî ye. Netewdewlet vê lawaziyê weke zemîna êrîşan bi kar anîn. Lê belê li Rojava pergaleke ku înkara gelê Kurd berhewa bibe û statuya gelê Kurd veguhere destkeftiyekê derket holê. Roja îroyîn Yekîya gelê Kurd xwe li kolan û çalakiyên demokratîk de îspat kiriye. Di parastina Rojava de bûye hêzeke gelekî mezin. Lihevkirina piştî van êrîşan hatiye îmzekirin, ne destkeftiyeke jirêzê û ne jî windahiyek e. Bi rêya vê lihevkirinê pêşî li şer û kuştina însanan hatiye girtin. Ji ber wê yekê ji aliyê mirovî, jiyana hevpar û têkoşîna demokratîk ve girîng e. Di heman demê de ev lihevkirin ji aliyê pêşeroja Sûriyeyê ve jî gelekî girîng e.’’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre hişyariyên Rêber Apo bi bîr xistin û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Ocalan, anîbû ziman ku ger li Sûriyeyê çareserî pêk neyê wê Xezeyên nû werin afirandin. Vê lihevkirinê pêşî li şerê di navbera gelan de girt. Ji ber wê yekê gelekî irîng e ku xalên lihevkirinê hêdî hêdî bikevin meriyetê. Ev destpêkek e; ji ber wê yekê ne encam e. Divê gelê Kurd û dostên wan ên ku ji roja ewil ve ye li kolan in, vê pêvajoyê baş bişopînin. Heya ku ev pêvajo dikeve meriyetê jî em ê çalakiyên xwe uên demokratîk bidomînin.’’
DIVÊ TIRKIYE BERÊ XWE BIDE BANGA 27’Ê SIBATÊ
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya Tirkiyeyê û ev yek anîn ziman: ‘’Êrîşên li ser Rojava, nîşan didin ku Tirkiye xwedî li banga 27’ê Sibatê derneketine. Divê helwesteke ku hebûn û nasnameya gelê Kurd qebûl dike, pêş bixe. Divê guh bide fikrên Birêz Ocalan ên têkildarî pêşeroja demokratîk a gelan û Rojhilata Navîn. Divê Tirkiye berê xwe tam bide banga 27’ê Sibatê. Li şûna şikandina bandora sermuzakerevan Birêz Ocalan, li şûna ku li gel Birêz Ocalan pêşiyê li êrîşan bigire neçar e ku zêdetir guhê xwe bide fikrên Birêz Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn, pêşeroja gelê Kurd û pêşeroja welatên demokratîk û berê xwe jî bide vir.’’

