Koordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç, bandorê Yekîtiya Netewî ya Kurd a ku piştî êrişên li ser Rojava pêş ket, li ser pêvajoya li Tirkiyeyê nirxand. Yuksel Genç diyar kir ku ev yekîtî pêvajoya li Tirkiyeyê hem bi gumanê diceribîne, hem jî sînorekî zelal dikişîne ku tenê pêvajoyeke bi berdêlên şênber û rastîn dikare bimeşe. Her wiha destnîşan kir ku gel êdî pêvajoyê tenê di nav sînorên Tirkiyeyê de naxwîne; di çarçoveya naskirina maf û statuya Kurdên li her çar parçeyan de, xwe rasterast wekî kirdeya pêvajoyê bi cih dike.
‘GELÊ KURD WEKÎ HÊZEKE POLÎTÎK A NETEWÎ DERKET SER DIKÊ’
Yuksel Genç diyar kir ku dagirkirina taxên Kurdan ên Helebê di 6’ê Çileyê de ji bo Kurdan bû xaleke werçerxanê û bi vê dîrokê re civak li ser bingeha hişmendiya netewî veguherî aktorekî siyasî yê bêtir xuya dike: “Bi dîtina min, ji 6’ê Çileyê û vir ve ji bo Kurdan mîladek dest pê kir. Werçerxaneke pir girîng pêk hat. Civak bi awayekî pir polîtîze û bi hişmendiyeke netewî, di her tiştê ku bi serê Kurdan de bê de bû aktor. Ji binî ve wekî aktorekî zelaliya xwe nîşan da. Ev rewşa aktorbûnê, wekî rewşa aktoriya siyasî ya di nav formasyona yekîtiya neteweyî de; da xuyakirin ku li kîjan qadê bi navê Kurdbûnê çi bibe bila bibe, ew ê li wir be û bi bandora xwe dikare rê bide guhertin.
Mînaka vê ya yekem me li Rojava dît. Di meseleya rîska komkujiyê û tasfiyekirina destkeftiyan a li ser Rojavayê de, gelê Kurd bi xwe wekî aktorekî girîng dest danî ser rewşê. Wekî neteweyekê îlan kir ku ew ê rê nede tiştên ku li wir werin kirin. Wekî hêzeke polîtîk li hemberî tiştên ku dihatin xwestin were kirin, xeteke berxwedanê hûnand. Hewldanên îmhakirinê û rîska tasfiyekirina giştî ya destkeftiyên li Rojava, vî gelî rawestand. Şêwazê berxwedana polîtîk û helwesta neteweyî ya gel ev pêvajo rawestand û wekî hêzekê derket holê. Di teşegirtina maseya muzakereyê bi vî awayî û di rawestandina qonaxa ku dê ber bi xerabtir ve biçûya de, bandora vê hêzê û vê şêwazê berxwedanê heye.”
‘JI BO KURDAN YEKÎTIYA NETEWÎ WEKÎ HÊZEKE RAWESTÎNER TEŞE DIGIRE’
Yuksel Genç anî ziman ku ne tenê bi Rojava re sînordar e, di her cure neyîniyên li hemberî Kurdan de dê reflekseke siyasî ya li ser bingeha yekîtiya netewî bikeve dewrê û wiha got:
“Mimkun e ku mirov vê rewşê ne tenê ji bo mînaka Rojava; ji bo her cure neyînî û hewildanên tasfiyeyê yên ku ji niha û pê de li ser Kurdan û li erdnigariyên ku Kurd lê dijîn derkevin holê, pêşbînî bike ku helwesteke netewî û hevpariya hestên netewî wekî hêzeke polîtîk û siyasî bikeve tevgerê.
Ev helwesta yekîtiya netewî ya vê civakê, wekî mînak xwedî wê hêzê ye ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî bixe ser lingên saxlem û xwedî çawaniyek rastîn. Di pêvajoya serweriya herêmî ya nû û parvekirina hêza hegemonîk a nû ya ku li ser Başûr pêş dikeve de, ji bo parastina Başûr jî di pozîsyoneke girîng de ye.
Di pêvajoya veguhertina rejîma Îranê ya li Rojhilat de jî, wisa xuya dike ku ew ê xwe wekî qadeke parastina destkeftî û yekîtiya Kurdên li xeta Rojhilat û wekî aktorekî siyasî bi cih bike. Mirov dikare vê bi vî rengî jî pênase bike: Heke helwesta yekîtiya netewî ya Kurdan bikaribe taybetmendiya xwe ya polîtîk bidomîne, dê li hemberî her cure qadên rîskê û şêwazên tasfiyeyê wekî hêzeke rawestîner, wekî bendekê û wekî navendeke giraniyê derkeve pêş an jî xwedî vê çawaniyê ye.
Di encamê de ev yekîtî ji me re dibêje ku motîvasyona wê ya avabûnê bi giranî ji faktora rîskê tê xwedîkirin; her çend reaksiyonel be jî, her ku sazî bibe an jî berdewam bibe, ew xetek e ku bêtir xuya dibe û divê were berçavgirtin.”
‘YEKÎTIYA NETEWÎ YA KURD LI SER MODELEKE DEWLET-NAVENDÎ PÊŞNEKET’
Yuksel Genç diyar kir ku Yekîtiya Netewî ya Kurd ji aliyê dîrokî ve li ser zemînekî cuda ji modelên netewbûnê yên dewlet-navendî teşe girtiye û wiha got:
“Yekîtiya Netewî ya Kurd bi rastî bû şêwazekî yekîtiyê yê pir balkêş. Şêwazên netewbûnê yên li cîhanê bi giranî li ser bingeha dewletê pêş ketin. Ji Şoreşa Fransayê û vir ve, di du sed salên dawî yên netew-dewletparêziyê de, netewbûn û dewletbûn di nav hev de hatin meşandin û hebûna xwe bi vî rengî temam kirin. Lê belê, meseleya netewbûna Kurd û yekîtiya netewî, ne li ber çavê dewletekê û ne jî bi rêya navendparêziya dewletekê pêş dikeve. Berevajî vê, bi berçavgirtina rîska hebûnê û encamên ezmûna têkoşînê ya ku di nava salan de derketiye holê, li ser bingeha hewcedariya derxistina hebûnê ji xaneya rîskê teşe digire.
Ev yek xwedî du pozîsyonên girîng e; yek hewcedariya avakirina hêzeke hevpar a ku hesta rîskê lê dide, ya din jî hesta parastina encamên têkoşîna ku bi salan e berdewam dike. Ev rewşek e ku mirov pir kêm pê re rû bi rû tê.”
‘NETEWBÛNA KURDAN DI NAV ŞIKESTINEKE CIVAKÎ YA GERDÛNÎ DE TÊŞE GIRT’
Yuksel Genç diyar kir ku pêvajoya netewbûna Kurdan, ji modelên klasîk ên dewlet-navend cudatir e, bi belavbûna li ser bingeheke gerdûnî pêş ketiye; ev rewş di warê zanista siyasetê û teoriyên netewebûnê de mînakeke resen pêk tîne:
“Rewşeke din jî ev e ku; dema netewe di nav axekê û formên dewletê de dibin netewe, Kurd bi şêweyê ku li qada gerdûnî belav bûne bûn netewe. Bi vê aliyê xwe ve, ez difikirim ku ev mînakeke cûda û balkêş e ku zanistên siyasetê û teorîsyenên neteweyê lêkolîn bikin; di heman demê de balê dikişîne ser formasyona civakî ya sedsala 21’emîn.”
Yuksel Genç anî ziman ku fikarên otorîterbûn û navendîbûnê yên li seranserê cîhanê, civakan ber bi şêweyên nû yên civakîbûnê ve dibe û ev meyl di asta gerdûnî de zemîneke tevgerê ava dike:
“Îro di cîhaneke ku otorîterî, navendîbûn û hêza hegemonîk her tiştî diyar dike de, îhtîmala gelên ku ji vê zirarê dibînin û hîsa nerehetî û gefê dixwin ku civakîbûneke cuda pêş bixin, derdikeve holê. Ev têkiliyên hêzê yên ku ji Amerîkayê heta Rûsyayê, ji Tirkiyeyê heta Rojhilata Navîn û ji Afrîkayê heta Çînê dirêj dibin, di nav civakan de hesteke dîstopyaya gerdûnî ava dike û ev hest civakan dixe nava tevgerê.”
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç da zanîn ku di nav vê şikestinê de tevgerên civakî yên bi hêz û serbixwe ji dewletan civiyane û Kurd jî yek ji mînakên herî pêşîn ên vê pêvajoyê ne û wiha got:
“Di vê sedsalê de, kesên ku dewletan birêve dibin, têkiliyên desthilatê, hegemonya û hêzê derxistine asta herî jor û vê yekê qutbûnek di navbera wan û civakan de ava kiriye. Tam di nav vê qutbûnê de, li dijî vê rêveçûna dewletan, tevgerên civakî yên bi hêz kom dibin. Kurd nişandan ku belkî jî qadeke ceribandinê ya vê yekê bûn. Ev pêvajo ne plankirî ye; pozîsyoneke reaksiyonel e ku ji têkiliyên hêzê derketiye. Pêkan e mirov bibîne ku paradîgmaya ku birêz Abdullah Ocalan wekî ‘neteweya demokratîk’ pênase dike, di pratîka yekitiya netewî ya ku Kurdan di meha Çileyê de nîşan dan, şênber bûye.”
‘RÎSKA LI ROJAVA WEKÎ GEFEKE KU LI HEMÛ XETAN BELAV DIBE TÊ FÊMKIRIN’
Yuksel Genç wiha li axaftina xwe zêde kir: “Çûyîna li ser xeta Rojava, hesta tenêbûnê ya ku rîska hedefgirtina di nav planeke gerdûnî de aniye, dilşikestî û hilberîna vê rîskê ji aliyê hêzên piralî ve, di gava pêşîn de di nav Kurdan de şaşwaziyek ava kir. Lê belê ev rewş, bi aliyekî ku pir baş dizanin re bû yek û şêwazê berxwedanê afirand; vê yekê Rojava heta astekê rizgar kir, ango rê li ber berdewamiya pêvajoya kirdebûna siyasî ya Rojava vekir.”
Yuksel Genç got, “Lê ev rîsk hîn ji holê ranebûye û her kes bi vê zanibe” û diyar kir ku di nav civakê de hesta ‘Heke em li Rojava têk biçin, cihên din jî diqedin’ belav dibe. Ji ber vê yekê, her rîska hebûnê ya li Rojava tê wê wateyê ku destkeftiyên li xetên din jî têne hedefgirtin.
Genç got: “Tê fêmkirin ku Herêma Kurdistanê ya Federe, xetên derdorê û Rojhilat ku di ser Iraqê re derbas dibin, wê bibin hedefa vê pêvajoya tundî û rageşiya gerdûnî; nerehetiya ku ev zanîn ava dike jî tê jiyîn.”
‘KURDAN HÊZA YEKITIYA NETEWÎ KEŞF KIR, LÊ BÊBAWERÎ BERDEWAM DIKE’
Yuksel Genç anî ziman ku pêvajo ji bo Kurdan di xeteke hîn hûndirîn de pêş dikeve û di vê pêvajoyê de hêza yekitiya netewî bi pratîkî hatiye ceribandin; tevî vê yekê li hemberî rîskên ji derveyî yekitiya netewî tên, helwesta reaksiyonel tê parastin:
“Dema em tên ser pozîsyonên hîn hûndirîn ên ku vê pêvajoyê derxistine holê; Kurd li aliyekî hêza yekitiya netewî bi pratîkî keşf kirin, li aliyê din jî hîn pozîsyonên xwe yên reaksiyonel ên li hemberî rîskên ji derveyî vê yekitiya netewî diparêzin. Beşek ji van rîskan wekî yên hêzên herêmî, beşek jî wekî xetên ji Amerîkayê heta Îsraîlê, ji rêveberiya demkî ya Sûriyeyê heta Tirkiyeyê têne dîtin. Şikestineke hestiyarî heye ku ji van xetan tu tiştekî baş nayê.”
Genç diyar kir ku her çend beşek mezin a gel berpirsyariya tiştên li Rojava diqewimin bixe stûyê hêzên herêmî û gerdûnî jî, berpirsyariya bingehîn didin Tirkiyeyê û difikirin ku navenda çûyîna li ser Kurdan Tirkiye ye. Vê baweriyê baweriya bi ‘pêvajoya çareseriyê’ kêm kiriye: “Ev xeta ku ji ‘temkînbûna erênî’ ber bi ‘temkinbûna neyînî ve diçe, nêzîkatiya ku pêvajoyê ne wekî çareserî, wekî pêvajoyeke biguman dixwîne, xurt dike.”
‘PIŞTÎ ROJAVA, PÊVAJOYA LI TIRKIYEYÊ DI ASTEKE NÛ DE TÊ XWENDIN’
Yuksel Genç bal kişand ser Yekitiya Netewî ya Kurd ku di pêvajoya Rojava de derket holê û got ev yek pêvajoya li Tirkiyeyê hem diceribîne hem jî ji nû ve pênase dike:
“Bi rastî, Yekitiya Netewî ya Kurd a piştî Rojava derket holê û hêza vê yekitiyê, bêbaweriya li hemberî pêvajoya li Tirkiyeyê kûr dike. Di heman demê de sînorekî zelal jî xêz dike: Heke pêvajoyek bimeşe, ev tenê dikare bibe pêvajoyeke rastîn, bi sînorên zelal û encamên şênber. Ji ber vê yekê, heke pêvajo bibe ya rastîn, daxwazên wê werin bicihanîn û encamên pratîk werin dîtin, her çend bi sînor be jî, ceribandina qadeke nû ya baweriyê di nav gel de gengaz dibe.”
Di dawiyê de Genç destnîşan kir ku gelê Kurd pêvajoya li Tirkiyeyê êdî tenê di nav sînorên Tirkiyeyê de nanirxîne:
“Beşeke pir mezin a gel, pêvajoya li Tirkiyeyê êdî di nav sînorê Tirkiyeyê de naxwîne; vê pêvajoyê wekî qonaxeke xeta dîrokî û siyasî ya hîn berfirehtir dibîne ku tê de Kurd li çar parçeyan pozîsyona xwe ya siyasî diyar dikin. Ji ber vê yekê, dema pêvajo di zemînekî pir hesas, nazik, bêbawer û bi nîqaş de dimeşe, di heman demê de vediguhere qadeke muzakereyê ku gel xwe wekî kirdeyeke aktîf ê naskirina maf û statuya Kurdan a sedsala 21’emîn bi cih dike.”

