Pêncşem, 14 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê: Zimanê Kurdî zimanê dayikê ye, nayê qedexekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Reyhan Hacioglû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Divê statuya Rêber Apo fermî bibe û bibe hêza bicihanînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin
Rojane

Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

Beriya meşa ku wê di 14’ê Sibatê de li bajarê Strasbourgê ji bo protestokirina komploya li dijî Rêber Apo bê lidarxistin, siyasetmedarên Kurd Zubeyîr Aydar, Ahmet Karamus û Şîlan Emînoglû gotin: “Divê hemû Kurdistaniyên li Ewropayê beşdar bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo protestokirina 27’emîn salvegera komploya navnetewî û daxwaza azadiya Rêber Apo, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus û Berdevka Înisiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê Şîlan Emînoglû bang li gelê Kurd kirin.

Zubeyîr Aydar diyar kir ku Kurd û Kurdistan di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û pirsgirêka Kurd êdî bûye rojeveke navnetewî. Aydar anî ziman ku gelê Kurd bi gef û metirsiyên mezin re rû bi rû ye û wiha domand:

 

“Lê belê li hemberî van metirsiyan derfet û fersend jî hene. Di vê serdemê de gelê Kurd hem li Rojava û hem jî li Rojhilat dîsa ket rojeva cîhanê. Rojava bi êrîşên mezin re rû bi rû ma. Gelê me li dijî Komploya 15’ê Sibatê nerazîbûneke netewî nîşan dabû. Di pêvajoya Kobanê de jî gelê Kurd hem li her çar parçeyan û hem jî li her derê cîhanê seferber bû. Wijdana rayagiştî ya cîhanê xist tevgerê. Îsal 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ye. Ji bo protestokirina komploya navneteweyî, daxwaza azadiya Rêber Apo û yekîtiya gelê Kurd, divê di 14’ê Sibatê de hemû Kurdistaniyên li Ewropayê beşdar bibin.”

 

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got ku gelê Kurd di pêvajoyekê re derbas dibe ku paşeroja wî lê tê nivîsandin. Karamus destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo ji vê pêvajoyê nayê veqetandin û got: “Bila gelê me bizanibe ku em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Li Rojava û hemû parçeyên din paşeroja me ji nû ve tê nivîsandin. Em di pêvajoya têkoşîna hebûnê de ne. Di vê serdemê de em yekîtî û yekparebûna netewî ya gelê Kurd gelekî girîng dibînin. Di serî de xebatên siyasî, di hemû xebatên xwe de esasgirtina vê yekîtiyê wê paşeroja me diyar bike. Êdî divê em di hemû çalakiyên xwe de li dijî cîhanê bi hev re bin. Ji bo vê yekê, di 14’ê Sibatê de ji bo statuya Rojava û azadiya Birêz Abdullah Ocalan divê em hemû li wir bin. Werin em li ber Yekîtiya Ewropayê daxwaz û yekîtiya gelê Kurd nîşan bidin.”

 

Berdevka Înisiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê Şîlan Emînoglû jî diyar kir ku di serdemeke ku destkeftiyên jinan û modela jiyana hevpar a demokratîk li Rojava têne hedefgirtin de, ew ji bo nirx û paşeroja gelê Kurd li ser piyan in. Emînoglû destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo parçeyekî neguher ê vê pêvajoyê ye û wiha got: “Ji 6’ê Çileyê ve li ser Rojava êrîşeke mezin heye. Êrîşên komploger ên ku li du taxên Kurd ên Helebê dest pê kirin, rasterast gelê me hedef girtin. Êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bi vî awayî dan destpêkirin. Li dijî van êrîşan gelê me li Ewropa û her çar parçeyan li ser piyan e. Tevahiya cîhanê dizane ku ev êrîş destkeftiyên jinan û pergala demokratîk a li Rojava hedef digirin. Ev êrîş ne tenê bi destê hikûmeta Sûriyeyê, bi destûr û erêkirina pergala navnetewî hatine destpêkirin. Gelê Kurd li dijî vê yekê seferber bûye. Ji ber wê yekê divê gelê me di 14’ê Sibatê de bi daxwaza ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statû’ li Strasbourgê li qadan be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STRASBOÛRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’
Nûçeya Pişt re Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Barrot: Divê guh bidin mafên Kurdan

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk vê carê jî ketin û derketina Gabar û Cûdî qedexe kir

Dewleta Tirk a dagirker ji bo 15 rojan herêmên Gabar û Cûdî yên Bakurê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê bi kelebçe tê tedawîkirin, rewşa wî giran e

Girtiyê bi nexweşiya giran Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin’

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA û DAKB’ê: Zimanê Kurdî zimanê dayikê ye, nayê qedexekirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Reyhan Hacioglû hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?