Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin
Jin

Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

Konferansa "Em ê bibin kulîlk û bişkivin ji ber ku şer nikare kokên me tine bikin" ya ku 12'ê Çileyê li paytexta Kolombiya Bogotayê destpê kir, ji Abya Yala û Kurdistanê zêdeyî 400 delege li hev civand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Konferans bi hevkariya tora “Jin paşerojê dihûnin” û tevgerên jinan ên li Latîn Emerîkayê hate lidarxistin. Konferans xwedî wê armancê ye ku li dijî mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê bi pêşengiya jinan xeteke têkoşînê ya hevpar ava bike.

Li gel Meksîka, Hondûras, Gûatemala, Haîtî, Nîkaragûa, Kosta Rîka, Panama, Venezûela, Kolombiya, Ekvador, Brezîlya, Bolîvya, Perû, Şîlî, Arjantîn û Ûrûgûayê ji Kurdistan, Ewropa, Tirkiye, Kanada û Awûstralyayê delege tevlî bûn.

Kombûna li Bogotayê ji Abya Yalayê heta bi Kurdistanê îradeya avakirina zemîneke têkoşînê ya hevpar a jinan a li erdnîgariyeke berfireh danî holê. Di konferansê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate qîrîn.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ JINÊ Û XAKÊ HATIN NIRXANDIN

Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê “‘Êrişên li dijî jinê û xakê û berxwedan” pêk hat. Destpêkê nûnera Feministas del Abya Yala Canîna ya ji Şîlî axivî û got, “Em tovên paşerojê ne. Divê em perspektîfeke femînîst a sînoran derbas dike mezin bikin.”

Canîna bal kişand ser zextên li ser tevgerên gel ên li Hondûras, Gûatemala û Ekvadorê û ji bo xurtkirina piştevaniya enternasyonal bang kir.

Ji heman torê Salema jî ji Abya Yala heta bi Kurdistanê işaret bi êrişên hevpar ên desthilatdariya dewletê û modernîteya kapîtalîst û bi taybetî polîtîkayên li Arjantînê yên li hemberî kedkar û jinan rexne kir. Salema got, “Em ê nehêlin ku hêviya me tine bikin. Divê em li gund, bajaran, li her qadê têkoşîna bi hev re mezin bikin.”

Endama Meclîsa Gelên Xwecihî ya Hondûrasê Bertita Zuniga Caceres bal kişand ser êrişên li Rojava û Venezûelayê û peyama piştgiriya bi têkoşîna jinên Kurd da.

Nûnera KJAR’ê mariyam Fatihi jî qala zextên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên li hemberî jinan kir. Mariyam Fatihi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi bîr xist û got, gelê Kurd sîstemeke konfederal dixwaze û destnîşan kir ku li hemberî hilweşîna ekolojîk divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.

TEVLÎKIRINA RENGÊ JINÊ LI BERXWEDANÊ

Rûniştina sêyemîn a konferansê bi rengê sê beşan pêk hat. Di beşa destpêkê de jinan qala tecrûbeyên xwe yên rêxistinbûnê kirin û rê û rêbazên hûnandina torên konfederal a demokratîk nîqaş kirin.

Moderatoriya vê beşê jî ji aliyê endama tevgera jinê ya Mujeres y Las Sexta Kar Helena û ji Tora Jin Paşerojê Dihûnin Zîlan Diyar ve hate kirin.

ji Kolombiyayê Diana Lorena Montano Riasco anî ziman ku tundiya dewletê ya bi rêk û pêk a li hemberî jinên bi rengê reş û got, “Divê em mîrateya dîrokî ya jinan berxwedanê mezin bikin.”

Ji El Salvadorê Vidalina Morales, ji Tevgera Xwecihî ya Brezîlyayê Luta Popular û ji Haîtiyê Vanesa Jeudi di vê beşê de axivîn û qala zêdebûna tundiya ji ber destwerdanên navneteweyî kirin.

Ji Rojava endama Kongra Star Bêrîvan Xalid qala tecrûbeya şoreşgerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi pêşengiya jinan hate afirandin.

Her wiha li hemberî êrişên li ser destketiyên jinê banga piştevaniya navneteweyî kir.

ÇAVKANIYA HIŞMENDIYA BERXWEDANÊ: ZANAYÊN QEDÎM Û JINOLOJÎ

Beşa duyemîn jî bi sernavê “Çavkaniya hişmendiya berxwedanê” pêk hat. Ji gelê Mapûçeyê Maçî qala rola zanayên qedîm û tip a xwezayî ya di berxwedana li dijî mêtingeriyê de kir.

Endama Feministes Abya Yala Lolit jî ragihand ku qirkirina jinê û xwezayê bi rêk û pêk bûye û têkoşîna Kurdistanê silav kir.

Endama Akademiya Jineolojiyê Dîrok Kahraman anî ziman ku jineolojî berhemek têkoşîna jinên Kurd e û zanista jinê xwe ji koka berxwedanê xwedî dike. Her wiha ragihand ku li gel êrişên li hemberî navendên jinan wê têkoşîna xwe dewam bikin.

XWEPARASTIN Û PAŞEROJA HEVPAR

Di beşa dawî ya rûniştinan de pîvanên bingehîn ên têkoşîna jinê hatin nîqaşkirin. Ji Kolombiyayê Julia Rodriguez qala girîngiya mafê xweparastinê kir. Ji Meksîkayê Claudia Torres jî diyar kir ku li welatê wê rojane 12 jin têne kuştin.

Endama TJA’yê Jiyan Dogan jî bal kişand ser dewamiya dîrokî ya têkoşîna jinan a li Kurdistanê û anî ziman ku jin li her qada jiyanê bi rêxistin in. Ji MODEP’ê Claudia jî li hemberî sîstema bi serweriya mêr ji bo avakirina meclîsên xwecihî yên altenatîf bang kir.

Di dawiya konferansê de bazareke aboriyê ya ji berhemên destan ên jinên xwecihî hate danîn. Çalakî di êvara roja duyemîn de bi muzîkê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BOGOTA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump hêvî dike ku meha li pêşiya me bi Îranê re li hev bike!
Nûçeya Pişt re Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Cizîrê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Cizîrê ji 5 welatiyên ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hat eşkerekirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelef 23’yê Çileyê şehîd bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê giliyê Ziya Turk kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyand ku giliya Turk hatiye kirin û derbarê wî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?