Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 725’emîn li pêşiya avahiyê xwe yê komeleyê yê li Beyoglûyê lidar xist. Di çalakiya ku gelek parêzvanên mafên mirovan lê amade bûn de, behsa rewşa girtiya nexweş Dondu Şen ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê tê ragirtin, hat kirin.
Di çalakiyê de pankartên “Dermankirin maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Dondu Şen bila were berdan” hatin vekirin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş werin berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.
Daxuyanî ji hêla endamê ÎHD’ê Onur Hîlal ve hat xwendin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka berê ya Konakê çalakiya xwe lidar xist. Di çalakiya ku pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne û nebe şirîkê mirinan” hate vekirin de gelek kes amade bûn.
Endama Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Gulay Bîlîcî, daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa tenduristiya Saît Toraman ê ji sedî 57 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê de di bin tecrîdê de tê ragirtin.
ENQERE
Înîsyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, jî di çalakiya 597’emîn de li Kolana Sakaryayê kom bû û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Girtiyên nexweş, serbest berdin” û “Tecrîd êşkenceye, dawî li tecrîdê bînin” hatin berzkirin.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci, daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mustafa Akkuş ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin.

