În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di çalakiya Nobeta Edaletê de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin
Rojane

Di çalakiya Nobeta Edaletê de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibûn destpêkirin, li gelek bajaran dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, 3 sal in agahî jê nayê girtin û çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin bi dehan roj in berdewam dikin.

AMED
 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 42’yan de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Her wiha stran hatin gotin. 
 
EDENE
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Seyhanê îro hatin serdana nobetê. Ji rêveberên DEM Partiyê ya Seyhanê Mehmet Can Aktaş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û divê Abdullah Ocalan azad bibe. Aktaş, da zanîn ku azadî, aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Di tevahiya çalakiyê de beşdaran dirîşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 
 
MÊRDÎN 
 Bi heman daxwazan li Mêrdînê jî Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Ji xizmên girtiyan Mizgîn Denîz ji bo piştevaniyê hate serdana nobetê. Denîz, diyar kir ku divê her kes bibe dengê girtîgehan. Denîz, da zanîn ku keça wê Elîf Denîz nexweşa dil, bêhnkurt û panîk atakê ye, 7 sal in girtî ye û li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Denîz, wiha domand: “Du hefte berê xistin hucreyê. Ji ber nexweşiyên xwe, keça min nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne. Ev yek ji bo wê xetere ye. Beriya girtina xwe krîza behnkurtkê derbas dikir. Me bi zorê ew dida sekinandin. Elîf nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bijî. Heke krîzê derbas bike dê çi bibe? Dixwazim ku Elîf ji hucreyê bê derxistin.” 
 
WAN 
 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 42’yan de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Erdîşê, rêveberên DEBP’ê yên navçeyê, Navaenda Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê Erdîşê (ARSÎSA) û gelek kesên din hatin serdana nobetê.  
Berdevkê TUHAY-DER’ê yê Erdîşê Mehmet Nûrî Çîçek di serdanê de axivî û ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan re silav şand. Çîçek, wiha domand: “Dayikên Aştiyê yên ku daxwaza edalet û aştiyê dikin, bi roja ye li vir çalakiyê li dar dixin. Li cihê edalet tune be, dewlet jî tune ye. Girtî yan jî hikûmxwar, mafê her kesî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re û yê axaftina li ser telefonê heye. Bi sala ye em ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahiyan nagirin. Li vî welatî aştî û edalet tune ye. Dewletek heye ku bi qanûnên xwe nake. Çawa ji mirovekî 34 mehan agahî nayên girtin? Ev dewlet ji edaletê ditirse. Ji dengê aştiyê ditirse. Banga me li hikûmetê ew e ku edaletê pêk bîne.” Nobeta Edaletê didome û çalakvan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. 
 
MÊRSÎN
 Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de didome. Meclisa Dayikên Aştiyê û xelkê bajêr tev li nobetê bû. Namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûray Arslan û rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin serdana çalakvanan. 
 
Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş di nobetê de axaftineke kin kir û wiha got: “Divê em xwedî li qadên xwe yên berxwedanê derkevin. Berpirsyartiya dîrokî ya dikeve ser milê me ew e ku divê em qadên berxwedanê xurt bikin û tecrîda li ser Rêbertiya xwe têk bibin. Her wiha divê em dengê çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan bidin bihîstin û rastiya şer derxin holê.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşvanên Azadiyê: Em tecrîdê qebûl nakin û em ê bişkînin
Nûçeya Pişt re ‘Azadî û demokrasî bi darvekirinê nayê astengkirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

Jinên ji Amedê diyar kirin ku li Rojava, Îran û Helebê êriş li jin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Colemêrgê mînîbûsa karkeran qelibî: 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Gever a Colemêrgê mînîbusa ku karker tê de bûn li ser rê qulibî.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêxmeqsûdê êrişa sûîqestê

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê careke din êriş li ser nuqteya Hêzên Asayîşa Hundirîn hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?