Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, “Çek û navenda fermandariyê ya li kompleksên leşkerî yên li başûrê Sûriyeyê hate xistin.”
Artêşê diyar kir ku wê ti ji êrişên li ser nifûsa Durziyan tolere nekin û got, “Ji bo parasina wan û şopandina rewşa li herêmê” wê operasyonên xwe dewam bike.
Fermandariya Hêzên Muxafizên Neteweyî yên Siwêdayê di 19’ê Adarê roja Pêncşemê de bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên li herêma Siwêdayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn û 19 kes hatin revandin.
Îsraîl li nêzî Golanê ku dagir kiriye, piştî hilweşîna rejîma Esad a Kanûna 2024’an weke dirêjahiya xaka Sûriyeyê ya dagirg kiriye, dixwaze li vê herêmê herêmeke ewlekariyê ya bêçek ava bike.

