Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs ji ANF’ê re axivî û behsa xetere û derfetên ji bo Kurdan di şerê di navbera Îsraîl, DYE û Îranê de kir. Karamûs, her wiha rewşa siyasî ya nû ya Kurdan li her çar beşên Kurdistanê nirxand.
Ahmet Karamûs diyar kir ku şerê di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike û got ku ev şer ne tenê bi van welatan ve sînordar e, heta astekê hemû herêmê digire bin bandora xwe. Karamûs, destnîşan kir ku armanca şer guhertina sînor û hevsengiyên li herêmê ye û got ku şer bandorê li her çar beşên Kurdistanê dike.
Karamûs got, “Ev şer li ser Kurdistanê tê meşandin. Ev rewş bandor li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dike. Heta astekê ev şer Tirkiyeyê jî bandor dike. Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî vî şerî dikare cudabûnê çêbike.”
‘DIVÊ KURD DI NAVA YEKÎTIYÊ DE BI HEV RE TEVBIGER IN’
Karamûs diyar kir ku di pêvajoya şer de Rojhilatê Kurdistanê di qonaxek krîtîk de ye û got ku ev rewş dikare bandorê li Îranê û sînorên wê bike, hem derfet û hem jî xetereyan ji bo Kurdan bi xwe re bîne.
Ahmet Karamûs, behsa girîngiya mezin a statu, hêz û hevkariya partiyên siyasî li Rojhilatê kir û bal kişand ser pêwîstiya ku Kurd bi hev re tevbigerin, hevpeymaniyên siyasî ava bikin û stratejiyek hevpar diyar bikin.
Karamûs anî ziman ku divê armancên vê stratejiyê û daxwazên Kurdan zelal bin û diyar kir ku ger pêvajo bi rêkûpêk were birêvebirin û nêzîkatiyek “rêya sêyemîn” were esas girtin, Kurd dikarin rolek girîng bilîzin.
‘DIVÊ DESTKETÎ DI BIN GARANTIYA DESTÛRA BINGEHÎN DE BIN’
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, diyar kir ku di mijara entegrasyona li Rojava de alî mîna hev nafikirin û destnîşan kir ku dibe ku rêveberiya Şamê entegrasyonê wekî asîmîlasyonê bibîne, lê Kurd wê bi awayekî din digirin dest.
Karamûs da xuyakirin ku di pêvajoya entegrasyonê de bêyî misogeriya destûrî hîn gavên berbiçav nehatine avêtin û got ku ji bo destkeftiyên heyî mayînde bin, misogeriyên destûrî pêwîst in.
Karamûs got, “Pêvajoya entegrasyonê rewşeke bi nakok û tevlîhev nîşan dide. Diyalogên di navbera aliyan de berdewam in, lê heta ku şer bidome divê mirov li benda gavên şênber nemîne. Encamên ku ev şer wê bi xwe re bîne wê bandor li Rojavayê Kurdistanê bike. Destketî divê di bin misogeriya destûra bingehîn de be.”
‘BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI BIN XETEREYÊ DE YE’
Karamûs anî ziman ku ji ber şerê li dijî Îranê Başûrê Kurdistanê bandor bûye û bi berdewamî di bin zext û êrîşan de ye. Karamûs, destnîşan kir ku êrîşên bi fuze û dronan li deverên wekî Hewler û Silêmaniyê berdewam dikin, bandorê li aboriyê û jiyana rojane dikin.
Karamûs da xuyakirin ku heke êrîş zêde bibin û ji bejahî belav bibin, dibe ku Başûr di nav şer de bimîne û bal kişand ser xetereya cidî.
Karamûs diyar kir ku partiyên Kurd bi hev re tevnagerin û pirsgirêkên siyasî û neyekgirtî berdewam dikin û got “Ji ber vê yekê, pêwîstiya lezgîn bi yekîtî, diyalog û afirandina stratejiyek hevpar heye.”
Karamûs destnîşan kir ku Kurd bêyî yekîtî nikarin destkeftiyan bi dest bixin û banga kongreyek neteweyî an konferansek berfireh kir.
‘DIVÊ EM DI NEWROZÊ DE RUHÊ YEKÎTIYÊ AVA BIKIN’
Ahmet Keramûs, bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava bi nîşandana berxwedana hevpar û têkoşîna kolektîf a di her qada jiyanê de, têkoşîneke bi mînak raber kirine û bal kişand ser girîngiya pîrozkirina Newrozê bi vî ruhî bi taybetî li dîasporayê û wiha bang kir:
“Divê Kurd bi hev re tevbigerin û Newrozê pîroz bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yekîtî dê zemînê ji bo siberojê xurt bike û şert û mercên bi hev re xurt bike. Bi taybetî divê Kurdên li dîasporayê jî beşdarî vê tevgera kolektîf bibin. Newroz cejneke neteweyî û roja berxwedanê ye; ew yek ji sembolên me yên herî mezin e. Li dora vê sembolê li hev civiyan û hêza xwe nîşan dan, dê moral û motîvasyona gelê me bilind bike.
Ez Newroza hemû Kurdan pîroz dikim û hêvî dikim ku bi hev re tevbigerin. Divê Kurd hêz û yekîtiya xwe nîşan bidin.”

