Li gorî nûçeya Rojnewsê, bi dronan êrişî Baregeha Leşkerî ya li sînorê navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku herdu dron ketiye nava baregehê yek li nava hewşa wê yek jî li saloneke ya baregehê ketiye û teqîne.
Çavkaniyê ragihand ku drona yekem saet 09:20’ê û ya din jî piştî wê 5 deqeyan li pey hev hatiye arastekirin.
Heta niha li ser encamên êrişê ti agahî nehatiye bidest xistin.

