Di serdegirtinên malan ên li navend û navçeyên Agirî de, 21 kes hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku serdegirtin bi hinceta dirûşm û pankartên di pîrozbahiyên Newrozê de hatine kirin û di nava kesên hatine binçavkirin zarok jî hene.
Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de li gelek malan lêgerîn hatiye kirin û hin materyalên dijîtal jî hatine desteserkirin.

