Li navçeya Liuyang a girêdayî bajarê Çangşay ê eyaleta Hunan a Çînê di fabrîqeyeke fîşekên hewayî de teqîneke mezin çêbû û di encama teqînê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya Xinhuayê, teqîn roja Duşemê di sat 16.43’yan de li navçeya Liuyangê ya bajarê Çangşayê di febrîqeyeke fîşekên hewayî de çêbûye. Buroya Rêveberiya Rewşên Awarte da zanîn ku herî kêm 26 kes mirine û 61 kes jî birîndar bûne. Ji cihê bûyerê re komên agirkujiyê û rewşên lezgîn hatine sewqkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Serokkomarê Çînê Şi Cinping ji bo tedawiya birîndaran, dîtina kesên winda bûne û hesabdayîna berpirsiyaran fermana ‘’seferberkirina hemû derfetan’’ da.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala borî jî li heman eyaletê teqîneke mezin çêbûbû û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû û di meha Sibatê de jî li cihê firotina fîşekên hewayî teqîn çêbûbûn û di encama wan teqînan de jî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

