Pêncşem, 14 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bandora polîtîkayên şerê taybet a li qadê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampa Cêjnîkan a li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azîzoglû: Ji bo Kurdî pêwîstî bi statuya fermî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KNK’ê ya peyama Cejna Zimanê Kurdî: Divê Kurdî were parastin û xurtkirin
Kurdistan

Ji KNK’ê ya peyama Cejna Zimanê Kurdî: Divê Kurdî were parastin û xurtkirin

KNK’ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî banga parastin û xurtkirina zimanê Kurdî kir. KNK’ê diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayîkê bi awayekî qanûnî were misogerkirin û qedexe û zextên li ser Kurdî şermezar kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî da.

Naveroka daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
 
‘’Di vê serdema ku gelê Kurd li Kurdistan û seranserê cîhanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike de, ev pîrozbahî di heman demê de peyameke nûkirin, xwedîlêderketin û jinûvemisogerkirina aîdiyeta neteweyî û nasnameya Kurdî ye. Di heman demê de jinûveîlankirina Kurdbûnê ye. Ji ber vê yekê ji dayikên Kurd ên pêşeng, mamoste û perwerdekeran re pêşkêşkirina pîrozbahiyên germ û pîrozkirina vê cejnê ya li gel hemû gelê Kurd serfiraziyeke mezin e. 
 
Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di sala 2009’an de 15’ê Gulanê weke Roja Zimanê Kurdî îlan kir.  Ji ber ku di 15’ê Gulana 1932’yan de yekem hejmara Kovara Hawarê li gel tîpên bi Kûrdî û Latînî hate weşandin. Ev peyama me nayê wateya biçûkdîtina nirx û girîngiya kovara Hawarê. Weşandina Hawarê, di dîroka neteweyî ya Kurd û têkoşîna pêşketin, edebiyat, ziman û çandê de xaleke pir girîng e.  Divê hemû Kurd li gel vê yekê serbilind bin.

Piştî ku li ser vê yekê 17 sal derbas bûn, 15’ê Gulanê her sal weke Roja Zimanê Kurdî yan Cejna Zimanê Kurdî hatiye pîrozkirin, di salnameya Kurdî de cihê xwe girtiye û bi demê re awayekî standart bi dest xistiye. Her çend ji aliyê hin nivîskar, rewşenbîr û entelektuelên Kurd ve hatibe rexnekirin û bûye mijara nirxandinê jî êdî gihaye xaleke ku nikare were redkirin. Ji ber vê yekê di desteya giştî ya îsal ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de dema jinûveanalîzkirin û nirxandina biryarê hatiye. Bi vî awayî ev roj dikare li hemû Kurdistanê bibe Cejna Zimanê Kurdî ya hevpar û bi hemû zarava û awayên nivîsandinê tê pîrozkirin.

Bi berçavgirtina dîroka dirêj a peyv, rêzik – beyt û şaheserên tijî evîna zimanê Kurdî ku bi mîstîsîzma Baba Tahir Uryan dest pê kir û bi dubeytên helbestên wî bingeha hestê nazik û resenayetîya Kurdî danî. Paşê, Cizîrî, Herîrî û Feqiyê Teyran bi zimanê helbestê rûmet dan zimanê Kurdî, da ku li kêleka zimanên zindî bisekine. Xanîyê Mezin, bi şahkarên xwe “Mem û Zîn” û “Nûbihara Zarokan” ne tenê ferhengek nivîsand, lê di heman demê de bingeha perwerde û netewesazî ji bo zimanê Kurdî danî.

Dibistana Baban, bi pêşengiya sêgoşeya Goran (Nalî, Salim, Kurdî), zimanê Kurdî ji zaravayê herêmî yê Goranî veguherand zimanekî wêjeyî yê bihêz ku dikare wêneyên helbestî yên herî tevlihev derbibire. Di heman demê de, Hacî Qadirê Koyî hat û banga bikaranîna ziman wekî çekeke ji bo rizgariya neteweyê, daxwaza pêşkeftina civakî û zanistê kir. Mehwî bi mîstîsîzmê, Mewlewî bi hewesa Hewramî û Herîrî, Batayî û sêgoşeya Bahdînan, şêxên Birifkan dewlemendiya zaravayên Kurdî veguherandin tabloyek rengîn ya zimanê Kurdî. Ev tîp û peyv di rûpelên dîwanan bûn leyz û amûrên rojnamegeriya Kurdî. Ji rojnameya Kurdistan li Qahîreyê, dû re Rojî Kurd, Galawej, Hawar û yên din bigire heya rojnameya Komara Kurdistanê li Mehabadê, zimanê Kurdî ketiye serdema nûjenîyê û hemû jî taca bedewî û rûmeta neteweya Kurd in.

Ziman bingeha nasnameya gelê Kurd e û divê were parastin û xurtkirin. Ji ber vê yekê ziman ne tenê meseleya gihandinê ye! Belkî ew pirsa hebûn û windabûnê ye. Îro ziman bûye welatek ku her Kurdek lê kom dibe û nasname û kesayetiya xwe ya neteweyî destnîşan dike. Ji bo xurtkirina vî welatî û parastina wî ji tunebûnê, pêwîst e:

Li ser asta malbatê, wekî bingeha parastina ziman, divê dibistana yekem li wir dest pê bike û bi zimanê dayikê biaxivin. Vejandina çanda devkî bi rêya çîrokbêjiyê wê hingê zarok bi hestyarî bi zimanê xwe ve girêdayî dimîne.
 
Asta perwerdehiyê, her çend ev mafek bingehîn e û divê bi fermî perwerdehiya bi zimanê Kurdî were kirin, nemaze niha li rojavayê Kurdistanê piştî pêşketin û guhertinên li Sûriyeyê, perwerdehiya bi zimanê dayikê bi fermî di destûra nû de bête misoger kirin. Li bakurê Kurdistanê jî pêvajoyek aştiyê heye. Divê mijara zimanê Kurdî bi rêya destûrê di pêvajoya perwerdehiyê de cih bigire.
 
Xebat ji bo nêzîkkirina zaravayên cûda yên Kurdî û karanîna deswaje û peyvên Kurdî li şûna deswaje û peyvên biyanî, sûd jibi zaravayeke Kurdî bê girtin.
 
Bikaranîn û xurtkirina zimanê Kurdî di teknolojiyê û medyaya civakî de wekî derfetek, îro serdema pêşketina teknolojîk û medyaya civakî ye. Ger em dixwazin zimanê me bijî, divê ew bikeve cîhana dîjîtal. Nivîsandina babet û gotarên zanistî, wêjeyî, felsefî, hunerî, hwd. bi Kurdî li ser Wîkîpediya û malperan û çalakkirina wan di torên zîrekiya destkird de.
 
Li ser astên saziyî û hikûmetê, bi taybetî li başûr û rojavayê Kurdistanê, divê zimanê Kurdî zimanê yekem be ji bo nivîsandin û danûstandinên fermî yên rojane li ofîs û navendên karsaziyê. Her wiha siyaseteke xurt û karaya plana zimanî hebe.

Bi vê boneyê, em li Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya ya KNKê, êrîşên şovenîstên Ereb ên hefteya borî li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê li dijî tabelayeke fermî ya li ser fermangeha dadê ya bajêr ya bi zimanê Kurdî şermezar dikin.

Her wiha em biryara hikûmeta Tirkiyeyê ya qedexekirina xutbeyên dînî yên roja Înê bi zimanê Kurdî li mizgeftên  bakurê Kurdistanê şermezar dikin.

Şermezarî ji bo biryarên li dijî zimanê Kurdî yên Komara Îslamî ya Îranê digire û tenê zimanê Farisî bi fermî li ser hemû qadên çandî û civakî û gelê rojhilatê Kurdistanê ferz dike û di destûra xwe de qanûnî dike.
 
15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz be û têkoşîna gelê me ya ji bo mafên xwe yên rewa serkeftî û serfiraz be.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Periya gulan bû Gulperî
Nûçeya Pişt re Kampa Cêjnîkan a li Hewlêrê bû hedefa êrişê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li sê bajaran çalakî lidar xistin

Milîsên Ekîn Ceren Dogrûak ên HBDH'ê ragihandin ku li Dîlok, Edene û Îzmîrê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Grev û xwepêşandanên li Brukselê berdewam dikin 

Li Belçîkayê di van mehên dawî de li pey hev grev û xwepêşandan tên lidarxistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

HRANA: %71’ê kesên hatine sêdarekirin girtiyên siyasî bûn

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl/DYA û Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump û Şî Cînpîng li Pekinê li hev rûniştin: Divê em hevkar bin, ne hevrik

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampa Cêjnîkan a li Hewlêrê bû hedefa êrişê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?