Ayşegul Dogan diyar kir Desteya Rêveberiya Navendî li ser biryara “Bêhukmiya teqez” a li dijî CHP’ê bi awayekî awarte civiyaye û got: “Me di civînê de li ser xetereyên vê biryarê nirxandin kirin. Ev biryar li dijî hiqûqê ye û biryareke siyasî ye. Weke DEM Partî weke her car em li rex îradeya gel in û li dijî vê biryarê ne. Ev biryar ne tenê li dijî partiyekê ye û li dijî demokrasiyê ye û me hemûyan eleqedar dike. Pirsgirêk pirsgirêka Tirkiyeyê ya demokrasiyê ye.”
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ev biryar dikare bandorê li ser hemû qadên demokrasiyê bike û wiha axivî: “Ev biryar di heman demê de mudaxileya li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Weke tê zanîn dema me qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikir operasyona 19’ê Adarê li dijî şeredariya Stenbolê pêk hat. Niha jî di serdemeke ku em qala pêvajoya qanûnî dikin de ev biryar pêk hat. Em vê yekê weke siyek li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dinirxînin. Aştî û demokrasî ji hev neyên cudakirin. Pêdiviya me bi baweriyê heye. Di vê pêvajoya ku em qala aştiya civakî dikin de biryarên bêhiqûqî baweriya ji bo pêvajoyê kêm dike. Divê dadgeh nebin dîzaynkarê muxalefetê û li gorî berjewendiyên siyasî tevnegerin. Divê siyaset demokratîk û azad bin. Divê dev jî sepanên li dijî demokrasî û hiqûqê bê berdan.”
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew hêvî dikin ku CHP di demek dijwar de derbas dibe û wiha pê dê çû: “Xurtbûyina muxalefetê di heman demê de xurtbûyîna demokrasiyê ye. Ji bo xurtbûyîna partiya muxalefetê ya bi kok divê di vê pêvajoyê de ne parçekirî lê bi awayekî hevparî derbikeve. Em ji Stenbolê heta Amedê ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşin. Weke DEM Partî em nirxên demokratîk diparêzin û xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin. Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin.”
Ayşegul Dogan da zanîn ku heyeta wan dê sibê bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bîne û got ku di vê serdema cejnê de ji bo cejnek aştiyane were welat dê têkoşîna xwe bidomînin.
Ayşegul Dogan li ser pirsa rojanegeran diyar kir ku ew ê ji bo serdana CHP’ê di lîjneya xwe de biryar bidin û li gorî pêvajoya di nav CHP’ê de tê meşandin li ser serdanê biryarekê bidin.
Ayşegul Dogan li ser pirsa hûn dê serokatiya Kemal Kiliçdaroglu bipejirînin an na jî diyar kir ku CHP’ê niha li ser vê yekê pêvajoyek dayê destpêkirin û li gor helwesta CHP’ê ew dê jî helwesta xwe nîşan bidin.

