Doh bi şev li taxa Sardaw a parêzgeha Silêmaniyê, zilamek bi çekê bi ser mala xezûrê xwe de girt. Di encama gulebarandinê de hevjîna wî ya 49 salî ya bi navê Fatime Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê jî bi giranî birîndar bû.
Çavkaniyekî ji polîsê Silêmaniyê ji ajansa me re ragihand ku bûyer şevê din saet li derdora 12:50’î qewimiye û sedema wê jî bi pirsgirêkeke civakî ve girêda.
Hate zanîn ku kujer piştî demeke kurt ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.
Li gorî daneyên ji aliyê ajansa me ve hatine komkirin, ji destpêka îsal ve heta niha li Herêma Kurdistanê herî kêm 35 jin bi awayekî guman hatine qetilkirin yan jî jiyana xwe ji dest dane.

