Berxwedana 14’ê Tîrmehê, bêguman berxwedaneke destanî bû ku ala serkeftinê bilind kir. Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) ev yek baş dizanî. Ji ber vê yekê digot; ‘’Çi dibe bila bibe, divê berxwedana 14’ê Tîrmehê bi pêngaveke mezin were tacîdarkirin.’’ Girêdayî vê yekê li gel plan û stratejiyeke bêqisûr Pêngava 15’ê Tebaxê birêxistin kir. Li navçeyên Dihê û Şemzînan ku du herêmên gelekî stratejîk ên Bakur in li gel planeke hevdemî pêngava 15’ê Tebaxê hate destpêkirin. Roja 15’ê Tebaxê, dibe roja vejîna gelê Kurd. Di heman demê de li gel Fermandar Egîd veguherî sembolaşerê azadiyê. Roja îroyîn gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi coşeke mezin pêşwazî kirin, diyar kirin ku ew ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin.
Gerîla Selcan Mehran a ku Cejna Vejînê li Rêber Apo, gelê Kurd û hevrêyên xwe pîroz kir, ev yek anîn ziman: ‘’Bi rastî jî 15’ê Tebaxê gelekî girîng û watedar e. Ji ber ku gelê Kurd bi tunebûnê re rû bi rû mabû. Di şexsê heval Egîd de li Kurdistanê bi hezaran leheng derketin. Weke gerîlayan em jî li gel ruhê 15’ê Tebaxê tev digerin û li pey şopa Fermandar Egîd dimeşin. Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku di pêşengtiya heval Egîd de hate destpêkirin, hemû ciwanên Kurd rakir ser piyan. Beriya 15’ê Tebaxê gelê Kurd di kîjan rewşê de bû û li gel Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd gihîşt kîjan astê; divê mirov li vê yekê binêre. Weke milîtaneke Rêber Apo ez jî vê xeta berxwedanê esas digirim.’’
‘GER 15’Ê TEBAXÊ NEBÛNA EM Ê TUNE BÛNA’
Gerîlayê bi navê Bager Serhed anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e û ev yek anîn ziman: ‘’Bi ser de sed sal derbas bibin jî em ê tim û tim vê rojê zindî bigirin, bi bîr bixin û bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Ji ber ku tişta ev ruh li me da zêdekirin Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Cejna Vejînê ev ruh afirand; Ruhê zindîkirin, têkoşîn û berxwedanê afirand. Bêguman ev yek di pêşengtiya heval Egîd de pêş ket. Divê em dilsoziya heval Egîd a ji bo Rêbertî jî bînin ziman. Wan, mîrateya ku bûn wesîle em werin van rojan, ji me re hiştin. Em dikarin dubare îfade bikin ku ger Pêngava 15’ê Tebaxê nebûna, em ê tune bûna. Îşaretên vê yekê jî hene. Lê belê piştî 15’ê Tebaxê ev hesaba dijmînî bi ser neket. 15’ê Tebaxê ji me xwedî wateyeke mezin e. Bi taybetî ji aliyê gelê Kurd ve divê em vê yekê tu caran ji bîr nekin. Em dubare Cejna Vejînê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikin. Em ê tim û tim ruhê 15’ê Tebaxê yê ji aliyê heval Egîd ve hatiye afirandin zindî bigirin.’’
Gerîla Avzem Cûdî jî ev yek anîn ziman: ‘’Di şexsê heval Egîd de hizr û efsaneyeke nû hatin afirandin. Heval Egîd di pêvajoyeke ku gelê Kurd tune dihat hesibandin de pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav bû wesîle ku gelê Kurd ji nû ve zindî bibin û di nava gelê Kurd de şiyarbûnek çêbibe. Cesaret û îradeya gelê Kurd hatibûn şikandin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de fermandarekî weke heval Egîd berê xwe da Botanê. Hem avakirina bingeha artêşa gerîlayan amade kir hem jî çalakî li dar xistin. Bû wesîle ku gelê Kurd ji nû ve êza xwe hîs bike. Weke gerîlayeke Botanî em bi çîrokên efsanevî yên heval Egîd mezin bûn. Roja îroyîn tişta ku Fermandar Egîd dike efsane, sekn û kesayetiya wî ne. Ji bilî van yekan dilsoziya wî ya ji Rêber Apo re ye. Roja îroyîn artêşên HPG’ê û YJA Starê li pey şopa heval Egîd in. Me gerîlatî di şexsê heval Egîd de nas kir. Ji ber ku beriya ez ji dayîk bibim, dayîk û bavê min li gel heval Egîd mabûn. Bi vê wesîleyê ez dubare Cejna Vejînê li Rêber Apo û hemû hevrêyan pîroz dikim.’’

