În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bazara çekên neqeyidkirî bêyî sîstema ku wê xwedî dike nikare dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’
Rojane

‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan, anî ziman ku Qanûna Çarçoveyê bi tenê serê xwe nikare meseleya Kurd çareser bike û got lê ew gaveke derbasbûna ji pevçûnê ber bi qada demokratîk û siyasî ve nîşan dide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku aştî û aramiya mayînde tenê bi misogeriya destûrî ya bo hemwelatiya wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê, beşdariya demokratîk û azadiyan pêkan e. Sûltan Ozcan, her wiha destnîşan kir ku di vê pêvajoya nû de muxatab girtina Rêber Apo û tevlîkirina wî ya bi bandor di vê pêvajoyê de xwedî rolekî bingehîn e.

‘BI BANGA OCALAN RE VEGUHERÎN PÊK HAT’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan, diyar kir ku qanûn ji bo derbasbûna ji atmosfera şer ber bi pêvajoya demokratîk û siyasî ve destpêkek e û got, “Di erdnîgariyekê de ku siyaseta sedan salan a înkarê her dem bi siyaseta ewlehî, şer û tepeserkirinê dihat destgirtin, cara yekem e ku di Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê de bi çarçoveyeke hiqûqî tê destgirtin; ji vê aliyê ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye.”

Sûltan Ozcan destnîşan kir ku Qanûna Çarçoveyê ne sererastkirineke berfireh e ku hemû daxwazên gelê Kurd bibersivîne û diyar kir ku armanca bingehîn a qanûnê bi dawî anîna şer û veguherîna pêvajoyê ber bi zemînekî hiqûqî-siyasî ve ye.

Sûltan Ozcan diyar kir ku divê pêvajo bi berçavgirtina nêzîkatiya Rêber Apo bê meşandin û got: “Berpirsiyariya me hemûyan a bingehîn e ku em bi wê giraniya Birêz Ocalan aniye ziman meseleyê fêm bikin. Yanî çi yên li ba wî rawestiyayî bin çi jî yên li dijî wî bin, divê hemû dînamîkên civakî û siyasî binêrin ka bi rastî çi diqewime û ew çi dibêje.”

Sûltan Ozcan diyar kir ku Rêber Apo yek ji muhatabên bingehîn ên pêvajoyê ye û got ku divê rewşa wî ya hiqûqî jî li gorî vê rolê bê sererastkirin. Her wiha Sûltan Ozcan, diyar kir ku piştî bangên Rêber Apo, ji têkoşîna çekdarî ber bi siyaseteke demokratîk ve gav hatine avêtin û ev yek jî destpêka qonaxeke nû ye.

‘REWŞA LI MECLÎSÊ ATMOSFERA NAV CIVAKÊ BI TEMAMÎ NÎŞAN NADE’

Sûltan Ozcan anî ziman ku nîqaşên di dema dîtina Qanûna Çarçoveyê de di Meclisê de qewimîn, nêzîkatiya hemû civakê nîşan nadin û got ku di nav beşên fireh ên civakê de ji bo bidawî anîna şer, mirin çênebin û rakirina atmosfera şer, nêzîkatiyeke erênîtir heye.

Sûltan Ozcan got ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên kombûyî hene ku divê bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin û got ku bêbaweriya li hember desthilatdarî û tifaqên wê jî van nîqaşan girantir dike.

Sûltan Ozcan da xuyakirin ku nîqaşên di Mecliîsê de di bin bandora zimanê nijadperest, cihêkar û polarîze dima ku berê dihat bikaranîn û got ku dîsa jî nîqaşkirina vê meseleyê ji aliyê beşên cuda ve di Meclîsê de girîng e.

‘OCALAN YEK JI MUXATABÊN KU WÊ ME BIBE ÇARESERIYA DEMOKRATÎK’

Sûltan Ozcan da zanîn ku Rêber Apo yek ji aktorên girîng ên pêvajoya çareserî û veguherîna demokratîk e û wiha dewam kir: “Yek ji muhatabên sereke ku pêvajoyê bibe çareserî û veguherîna demokratîk pêk bîne, Birêz Abdullah Ocalan e. Pêşî têkoşîna çekdarî hat bidawîkirin û piştre rêya têkoşîna mafan bi siyaseta demokratîk hat vekirin.”

‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ YÊN OCALAN BÊNE BERFIREHKIRIN’

Sûltan Ozcan diyar kir ku divê Rêber Apo wekî sermuzakerevanê pêvajoyê bê qebûlkirin û anî ziman ku li gorî bangên Rêber Apo gav hatine avêtin û xwest ji bo beşdarbûna wî ya bi bandortir di pêvajoyê de şert û mercên pêwîst bêne amadekirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan got: “Aliyê Kurd û rêxistin, gotiye ku sermuzakerevan Birêz Abdullah Ocalan e. Pêşniyar û bangên ji wî tên têne şopandin. Ji bo vê yekê divê ew bi awayekî bi bandortir tevlî pêvajoyê bibe. Mercên vê divê teqez bêne afirandin.”

Sûltan Ozcan diyar kir ku di Qanûna Çarçoveyê de di statû, şert û mercên jiyan û karkirinê yên Rêber Apo de guherînek nehatiye kirin û got ku di pêvajoya dema pêş de divê mercên karkirinê bêne berfirehkirin û mafê hêviyê misoger bibe.

Her wiha Sûltan Ozcan da zanîn ku wan avakirina mekanîzmayeke ku Rêber Apo jî tê de cih bigire pêşniyar kiriye û got: “Pêwîstiya avakirina mekanîzmayeke ku Birêz Ocalan jî tê de cih digire ji aliyê şandeya me ve hat ragihandin.”

Sûltan Ozcan destnîşan kir ku Rêber Apo ne tenê muhatabekî sembolîk e û got: “Pêwîst e mekanîzmayek were avakirin ku tê de Birêz Ocalan bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe û bikaribe bi beşên cuda yên civakê, rêxistina xwe û dewletê re têkiliyê deyne.”

‘AŞTIYA MAYÎNDE BI NASKIRINA HEMWELATÎBÛNA WEKHEV Û EDALETÊ RE PÊKAN E’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan, anî ziman ku piştî pejirandina Qanûna Çarçoveyê, pêvajoya bingehîn cîbicîkirin û misogerkirina aştiya mayînde ye û got ku bidawîbûna şer bi tenê serê xwe nayê wateya aştiya mayînde û anî ziman ku divê meseleya Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re bi hev re bê destgirtin. Sûltan Ozcan got: “Mayîndebûna aştiyê, bi nasîna hemwelatîbûna wekhev û edaletê re pêkan e. Misogerkirina qanûna perwerdehiya bi zimanê dayikê jî girîng e.”

Sûltan Ozcan da xuyakirin divê edaleta civakî bê avakirin, beşdariya siyasî bê zêdekirin û azadiya raman û îfadeyê bikeve bin misogeriya hiqûqî.

‘GAVA YEKEM LI MECLÎSÊ HAT AVÊTIN, NIHA MARATONEKE MEZIN HEYE’

Sûltan Ozcan diyar kir ku fikarên wan derbarê pêvajoyê de hene lê ev nayê wateya bêhêvîtiyê û wiha dom kir: “Pêwîst e em fikarên xwe bikin hêvî, bi hemû alîgirên demokrasiyê re bibin yek û aştiyeke domdar ava bikin. Ji bo dabînkirina vê aştî û edaletê, hem niha hem jî di siberojê de pêvajoyeke dirêj û zehmet li benda me ye. Çawa ku Birêz Ocalan gotiye, em vê wekî gava yekem a rêya hezar metreyî dinirxînin. Em hebûna vê meseleyê di Meclîsê de girîng dibînin. Em destgirtina wê bi misogeriya hiqûqî û tevlîkirina qada siyasî girîng dibînin. Lê belê têkoşîn bang li me dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

Partiya Sor têkildarî pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li Navenda Kongreyan a…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şehîd Amed û Şivan rêya heqîqetê hilbijartin û bûn fermandarên serdemê’ 

Mazlûm Heftan şehîd Amed Serhed û şehîd Şivan Çiya bi rêzdarî bi bîr anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê bi hêza xwe azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin’

Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê di têkildarî pergala êşkenceya Îmraliyê de gotin, "Êdî em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bazara çekên neqeyidkirî bêyî sîstema ku wê xwedî dike nikare dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?