Keştiya ku koçber hildigirtin û ji beravên Tûnisê ber bi Îtalyayê ve diçû, binav bû. Herî kêm 13 Tûnisî di avê de xeniqîn. Tîmên rizgarkirinê karîbûn du kesan rizgar bikin, ku rewşa yek ji wan jî giran e.
Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Tûnisê, ragihand ku geştî roja Pêncşemê sibehê berî ku li beravên Tûnisê binav bibe, bi rê ketiye. Her wiha destnîşan kir ku yek ji rizgarbûyan ji tîmên rizgarkirinê re gotiye ku piştî binavbûna keştiyê ew bi saetan li deryayê asê mane.
Tîrmeha borî, Human Rights Watch, Amnesty International û bi dehan rêxistinên din ên mafên mirovan di daxuyaniyek hevbeş de piştrast kirin ku peymana koçberiyê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tûnisê de rê li ber zêdebûna binpêkirinên cidî yên li dijî koçber û penaber li welêt bûye.
Wan daxwaza rawestandina fînansekirina çalakiyên koçberî û kontrolkirina sînor ên ku hêzên ewlehiyê yên Tûnisê tê de ne, kirin.
Tûnis yek ji xalên sereke yên destpêkê ye ku ji bo koçberên dixwazin bi rêya Deryaya Spî ber bi Ewropayê ve biçin. Tevî ku di du salên borî de hejmara kesên ku ji wir derdikevin pir kêm bûye, rewş wiha ye. Ji ber ku rayedarên Tûnisê bi piştgirî, fînanse û alavên çavdêriyê yên ji Yekîtiya Ewropayê kontrola li ser koçberî û sînorên deryayî dijwartir kirine.

