Bi sedan xelkê bajarê Dirbêsiyê, tevî endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên tevgerên ciwan û jinan, cenazeyê Çav Reş (Ronîcan Şêx Dawûd) ê ku di 20’ê Tebaxê de di êrişa çekdarî de li Hesekê şehîd bûbû bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê veşartin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre encamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Şêx Dawûd şehîd Ronîcan bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ji malbateke welatparêz e ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve tev lê bûye.
Dawûd da zanîn ku Rojava û Sûriye di qonaxeke nû re derbas dibin û ji her kesî hevgirtin û hevkariya ji bo misogeriya siberoja nû ya Sûriyeyê tê xwestin.
Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dirbêsiyê Silêman Xelîl jî pesna rola şehîdan û fedakariyên wan di parastina herêmê de da.
Xelîl banga xwedîderketina li şehîdan, şopandina rêyan wan û parastina destkeftiyên wan kir.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman hate veşartin.

