Bolîvya û Paraguayê hevdîtinên xwe yên 88 salan ên têkildarî mijara diyarkirina tevahiya sînorên xwe yên hevpar roja Çarşemê li La Pazê bi dawî kir. Komîsyonên sînoran ên her du welatan beşa sînor a dawîn a ji 3,5 kîlometreyan pêk tê û ev demek dirêj bû nedihat çareserkirin, diyar kirin.
Di hevdîtinên ku sê rojan berdewam kirin de daneyên têkildarî herêma sînor û belgeyên fermî yên her du welatan hatin berawirdkirin û nirxandinên dawîn hatin kirin.
BINGEHA PÊVAJOYÊ XWE DISPÊRE ŞERÊ CHACOYÊ
Pêvajoya diyarkirina sînorî, piştî Şerê Chacoyê yê di navbera salên 1932-1935’an de det pê kir. Tê texmînkirin ku di encama şerê ku ji bo kontrola herêma Chacoyê hate kirin de 80 yan jî 100 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane.
Piştî şerê berbehs her du welatan di sala 1938’an de peymana aşitiyê îmze kirin û ji bo diyarkirina sînorê hevpar ê teqez pêvajoyeke demdirêj dabûn destpêkirin.
Wezareta Karên Derve ya Bolîvyayê diyar kir ku bi temamî diyarkirina sînorê di navbera her du welatan de wê têkiliyên di navbera her du welatan de xurt bike û temamkirina pêvajoyê weke ‘’bidawîbûna serdemeke dîrokî’’ pênase kir.
Wezareta Karên Derve ya Paraguayê jî anî ziman ku êdî dibe ku her du welat li Emerîkaya Başûr bibin tekane welatên ku tevahiya sînorên di navbera xwe de bi awayekî teqez diyar kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku xebatên têkildarî diyarkirina sînor li herêmên berfireh û xwegihandina wan dijwar e, hatine birêvebirin.

