Li gorî nûçeya Washington Postê, Fermandariya Navendî ya DYE (CENTCOM) ku operasyonên leşkerî yên li Rojhilata Navîn birêve dibe, lêçûna giştî ya şerê li dijî Îranê ya heta destpêka meha Îlonê nêzîkî 43,6 mîlyar dolarî ye.
Ji lêçûna giştî nêzîkî 28 mîlyar dolar dê ji bo nûkirina cebexaneyên ku di şerê ji 28’ê Sibatê ve dest pê kiriye de hatine bi kar anîn, bê xerçkirin.
Tê pêşbînîkirin ku ji bo nûkirina kelûpelên leşkerî yên ku di êrîşên Îranê de zirar dîtine jî ji 4,3 mîlyar dolarî zêdetir çavkanî bê veqetandin.
Ji hêla hêzên leşkerî ve jî, lêçûna xebatê ya Hêzên Hewayî nêzîkî 6,6 mîlyar dolar, ya Hêzên Deryayî 2,2 mîlyar dolar û ya Hêzên Yekîneyên Bejayî jî nêzîkî 1,6 mîlyar dolar hate diyarkirin.
Li gorî rapora ku Ofîsa Bûdceyê ya Kongreya DYE di vê heftiyê de weşandiye, lêçûna şer a heta meha Tîrmehê nêzîkî 38 mîlyar dolar e.
Di raporê de hate diyarkirin ku di rewşa berdewamiya şer de, li gorî giraniya şer dê her meh ji 2 heta 3 mîlyar dolarî lêçûna zêde ji bo DYE çêbibe.
Pentagonê berê texmîn kiribû ku lêçûna şer heta dawiya meha Îlonê dê bibe 37,5 mîlyar dolarî.

