Waliyê derdora Moskowê Andrey Vorobyov diyar kir ku sîstemên parastina hewayî li herêmê 249 drone anîn xwarê û ji ber êrişan xisar li hin jîngehan bû. Vorobyov diyar kir ku du kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha ji ber şewata ku droneyekê li avahiyekê derxist nêzî 400 kes hatin veguhestin.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin jî diyar kir ku herî kêm 186 drone li ser paytextê hatine xistin. Sobyanin anî ziman ku tesîsek li Parzûngeha Petrolê ya Moskowê xisar dîtiye. Parzûngeh beriya niha jî bûbû hedefa êrişên Ûkraynayê.
Rayedarên Rûs berpirsyarên êrişê bi fermî eşkere nekirin, lê belê rêveberiya Moskowê dibêje, Ûkraynayê mehên dawî êrişên bi droneyan ên li nava xaka Rûsyayê zêde kiriye. Rêberiya Kîevê jî dibêje, van êrişan weke bersiva li êrişên bi fuze û droneyan ên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê pêk tîne.
Êriş di roja dawî ya hilbijartinên parlamentê ya Rûsyayê de pêk hat ku 3 rojan dewam kir. Tê payin ku di hilbijartinê de partiya Vladimir Putin Rûsya Yekbûyî careke din piraniya dengan bi dest bixe.
LI NÊZÎ KÎEVÊ ÊRIŞA RÛS: 3 KES MIRIN
Rojek beriya van êrişan di êrişa bi droneya Rûs de ya li derdora paytext Ûkrayna Kîevê 2 jê zarok herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

