Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Kongreya bajarê Îdirê ya partiya xwe axivî û diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber dereng dikevin û bang li hikumetê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê Kongreya xwe ya awarte ya 3’yemîn li eywaneke dawetê ya li navenda bajêr pêk anî. Kongre bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Li salonê pankartên “Bi şiyara li ser şopa heqîqetê, hevdîtina li ser sifreya rojê em civaka demokratîk ava dikin” û “Berxwedana Zindanan Rûmet e” û wêneyên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di eywana kongreyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, rêxistinên sivîl ên demokratîk ên bajêr û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn.

Tulay Hatîmogullari bi bîranîna kesên di pêvajoya Kobanê de hatin kuştin dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Piştgiriya bi gelê ku li Kobanê ew berxwedan nîşan daye re, hevgirtineke demokratîk a li dijî DAIŞê bû. Yên ku bi provakasyonan xwîn xistin nav vê hevgirtinê, piştre doza komployê ya Kobanê, li ser partiya me ya serdema berê HDPê da meşandin, lîstikeke mezin lîstin. Li pey vê lîstikê ceza li hevserokên me û endamên me yên MYKê hate birîn. Tevî biryarên DMMEyê, ango tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê got ‘divê serbest werin berdan’ jî, hevalên me, rêhevalên me û girtiyên doza komployê ya Kobanê hîna jî di girtîgehê de ne. Ji vir careke din bi vê boneyê em dibêjin ku bila biryarên DMMEyê pêk bên û Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû endamên me yên MYKê demildest bên berdan.”

Hatîmogullari destnîşan kir ku gel derbarê pêvajoyê de bi fikar e û wiha pê de çû: “Nebêjin pirsên li Îdirê tên pirsîn li ciyekî din nayên pirsîn. Li Stenbolê jî tên pirsîn, li Amedê jî, li Wanê jî tên pirsîn. Ji ber ku civak di nav fikarekê de ye. Wê çi bibe? Çima pêvajo bi pêş ve naçe? Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) hîna li benda çi ye? Piştrastkirin û tesbît hîna li benda çi ye? Di vê mijarê de gelê me li benda gavavêtineke bilez e. Ji bo serbestberdana hevserokên me yên hêja yên di doza Kobanê de girtî ne, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne, biryara DMMEyê heye. Ji bo berdana girtiyên Geziyê, Osman Kavala û hevalên wî, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne. Qeyûm ji bo şaredariyên me hatine tayînkirin. Ji bo paşvekişandina qeyûmên li ser şaredariyan û vegerandina hevşaredaran bo ser peywirên wan, pêdivî bi biryara Desteya Ewlekariya Neteweyî nîne.”

Hatîmogullari bal kişand ser Desteua Bêçekbûn û Stratejiyê ya ku dê di çarçoveya yasaya bingehîn de bê avakirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî bên sererastkirin. Komîsyonên sereke yên di çarçoveya yasaya bingehîn de pêk dihatin û bin-komîsyonên girêdayî wan hene. Yek ji van bin-komîsyonan jî Lijneya Bêçekbûn û Stratejiyê ye. Li ser wê yekê ku kordînasyona wê ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve bê kirin lihevkirineke tam çêbibû, lê hîna ev komîsyon nehatiye aktîvkirin û dest bi xebatên xwe nekiriye. Li benda çi ne? Hîna çima ji bilî şandeyê destûr nayê dayîn ku kes bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike? Çima hîna rojnameger nikarin biçin gravê? Wekî şandeya Partiya DEMê ango em hevserok û desteya rêveberiyê, tevî ku gelek caran hat axaftin jî hîna em nehatin şandin bo gravê. Em amade ne. Li vir careke din îlan dikim; em wekî hevserokên DEM Partiyê û endamên MYKê dixwazin biçin gravê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Piştî axaftinan rêveberiya nû ya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê hat ragihandin. Kenan Kaya û Raşîde Temîz wekî hevserokên nû yên Îdirê hatin hilbijartin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome
Nûçeya Pişt re Li Belçîkayê çalakiyên lîseyiyan: Li Liegeyê 53 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê şehîdgeha QSD’ê hat xerakirin

Şehîdgeha QSD'ê ya li bajarokê El Kesar ê gundewarê Dêrazorê hat xerakirin. Şênî û malbatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîr Tunc re hevdîtin kirin

Malbatên girtiyan ên bi dirûşma “Edaletê û hiqûqê pêk bîne” dan destpêkirin, bi Midûra Nivîsgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê: Hikûmeta veguhêz ji parastina welatiyan berpirsyar e

Komxebata piştgiriya jinên Siwêda ku li Hesekê hat lidarxistin bi encamnameyê bi dawî bû. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Henri Kagan û Kenso Soai hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?