Piştî vekişîna hêzên Hevpeyman û Emerîkayê ji Iraqê, liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê car din li hinek deveran geş bûye û car din dest bi êrişên xwe yên li ser hêzên artêşa Iraqê yên li sînorê parêzgeha Kerkûk û Selahedîn kirine.
Li gorî agahiyan duh derengiya şevê, çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Bur Xeliye ya li navçeya Denaniş a ser bi sînorê Hewîce ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, êrişî ser xalek kontrolê ya artêşa Iraqê kirin.
Di navbera her du aliyan de pevçûnek dijwar rû daye û di dema paşvekişînê de çete ketine kemîna hêzên ewlekariyê. Di encamê hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn, hejmarek jî reviyan.
Hêjayî gotinê ye ku ev cara sêyeme çeteyên DAÎŞ’ê li heman sînor êriş pêk tîne.

