Hevserokê Amedê yê DEM Partiyê Yunus Muratakan têkildarî çareseriya meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê ya dewam dike, nirxandin kir û bal kişand ser paş perdeya dîrokî ya pêvajoyê, garantiyên hiqûqî, tevlîbûna siyaseta demokratîk û girîngiya hevrûbûna civakî. Muratakan diyar kir ku nabe meseleya Kurd tenê bi polîtîkayên li ser esasê ewlekariyê bên nirxandin û îfade kir ku çareseriya mayînde bi naskirina mafan û avakirina garantiyên zagona bingehîn pêkan e.
Muratakan bal kişand ser pêşketina dîrokî ya meseleya Kurd û got, feraseta rêveberiya yekperest a ku ji dema avabûna komarê ve şêwe digire, mafên nasname, ziman û çandên cuda bi sînor kiriye. Muratakan diyar kir ku ev feraseta ku bi Zagona Bingehîn a 1924’an re sazî bûye, pêşiya polîtîkayên zext û înkarê yên li hemberî mafên çandî û nasnameyî yên Kurdan vekiriye.
‘PÊVAJOYA BÊYÎ BINESAZIYA HIQÛQÎ, MAYÎNDE NABE’
Muratakan diyar kir ku şerê çekdarî li Tirkiyeyê bûye sedemê berdêlên giran ên mirovî, aborî û civakî û bi bîr xist ku bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, gundên wan hatine şewitandin û valakirin, koçberiyên bi zorê û binpêkirinên maf ên giran qewimîne.
Muratakan bal kişand ser hewldanên aştî û diyalogê yên ku ji salên 1990’an û vir ve di rojevê de ne û diyar kir ku bi taybetî jî pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an di civakê de bersiveke girîng dîtiye. Muratakan got, sala 2015’an bi dawîbûna pêvajoyê re Tirkiye car din kete qonaxeke şerê giran.
Muratakan destnîşan kir ku tecrûbeyên berê dersên girîng di nava xwe de digire û got, “Pêvajoyek bi îradeya siyasî dikare destpê bike, lê bêyî garantiyên hiqûqî mayînde nabe. Her pêvajoya bêyî binesaziya hiqûqî, ji provokasyon û mudaxileyên siyasî re vekirî dimîne.”
‘DIVÊ EM DERBASÎ PÊVAJOYA AŞTIYA POZÎTÎF BIBIN’
Muratakan geşedanên piştî banga 27’ê Sibatê weke destpêka demeke nû nirxand û îfade kir ku îlankirina agirbestê, biryara fesixkirinê û çekdanîn gavên girîng bûn. Diyar kir ku sererastkirinên qanûnî yên li Meclîsê hatin kirin jî destpêkek girîng e, lê ji aliyê çarçove û naverokê ve kêmahiyên wê hene.
Muratakan bilêv kir ku aştiya negatîf bidawîbûna şerê çekdarî ye û got, “Divê em derbasî aştiya pozîtîf jî bibin.”
Muratakan rexneyên têkildarî çarçoveya sererastkirina qanûnî ya li Meclîsê jî anî ziman û bal kişand ser kêmahiyên têkildarî çarçoveya sererastkirinê.
Muratakan ragihand ku sererastkirineke qanûnî ya tenê ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî, têrker nîne û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya Kurd divê qada siyasî û mafên demokratîk bên berfirehkirin. Muratakan diyar kir ku di serdanên esnafan û civînên gel de jî timî rastî van diyalogan tên:
“Herî dawî duh li navçeyekê mirovan ev pirs ji me kir: ‘Em bawer nakin. Garantiya we çiye? Temam, çek hatin danîn. Bi vê çekdanînê re wê mafên me çi bin?’ Her kes van pirsan ji me dike.
Em jî vê dibêjin: Birêz Ocalan dema ev pêvajo da destpêkirin, ne tenê li ser esasê aştiya negatîf yanî bidawîkirina şer, hewl da vê pêvajoyê li ser esasê aştiya pozîtîf jî bide rûnişkandin. Gotibû, ji bo ev pêvajo bi ser bikeve pêdivî garantiyên siyasî û hiqûqî heye.”
‘DIVÊ DI ALIYÊ HIQÛQÎ DE MAF BÊN GARANTÎKIRIN’
Muratakan anî ziman ku di zagona bingehîn a heyî ya Tirkiyeyê de divê astengiyên li pêşiya azadî û mafên esas bi sererastkirinên qanûnî bên rakirin û bang kir ku mafên hemû welatiyan bên garantîkirin.
Muratakan bal kişand ser girîngiya hevrûbûna civakî û edaletê ya dema berê jî û got, hemwelatiya wekhev û mafên çandî divê bi zagona bingehîn û hiqûqî bên garantîkirin. Muratakan bal kişand ser şewitandinên gundan, êşkence û cînayetên faîl nediyar ên berê qewimîne û diyar kir ku hevrûbûna bi rabirdûyê ji bo avakirina aştiya mayînde girîng e.
Yunus Muratakan destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê divê bi gavên beramber pêş bikeve û diyar kir ku gavên yekalî ji bo aştiyeke mayînde têrker nîne. Muratakan anî ziman ku şer qezencê nade ti kesî û got, “Gotineke Birêz Ocalan ji bo me pir girîng e: ‘Rêya hezar kîlometreyî bi yek gavê destpê dike’. Lê belê divê ev gav bi beramber bin.”

