Hin parlamenterên Herêma Kurdistanê ji bo hejmara têrker a hiqûqî a rûniştina destpêkê pêk bînin çûn avahiya parlamentê.
Li gorî agahiyan, ji tevahiya 100 parlamenteran 53 parlamenter amade bûn û çûn hola civînê.
Ji ber ku ji Tevgera Nifşê Nû Mihemed Silêman û ji YNK’ê jî Azad Mihemedemîn tevlî civînê nebûn, parlamentera PDK’ê Semîra Hesen weke seroka herî bitemen serokatiya civînê dike.
Li gorî agahiyan ji bo hilbijartina serokê parlamentoyê, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê navê namzetan jî diyar bûye û bi vî awayî ne:
Serokê Parlamentê: Vala Ferîd, Şalaw Kosret, Kurdewan Cemal, Niyan Mihemed
Cîgirê Serokê Parlamentê: Ramî Nûrî, Umêd Elî, Ednan Hesen, Azad Mihemedemîn
Sekreterê Parlamentê: Muna Qehweçî, Şilêr Xefûr, Şîrîn Yûnis, Sewsen Kakemend, Nejdet Nûrî
Li gorî agahiyan niha pêvajoya hilbijartina ji bo desteya serokatiya parlamentê destpê kiriye.
Fraksiyona PDK’ê û Partiya Reformê ya Tirkmen doh bi daxuyaniyeke hevpar bang li hemû parlamenteran kirin ku beşdarî rûniştina îro ya parlamentê bibin.
Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) li hemberî banga kombûnê ya PDK’ê got, “Em bi baweriya xwe ya kûr a bi prensîbên serweriya hiqûqê û lihevkirinên neteweyî, di wê baweriyê de ne ku ev civîn ne qanûnî ye; dûrî bingehên hevbeşiya rastîne û hewldaneke ferzkirina îradeya aliyekê ye. Ji ber vê yekê, em welatiyên herêma Kurdistan û hemû hêzên siyasî agahdar dikin ku tevlînebûna me wê bibe sedem ku her dilsoz û hêzeke neteweyî ya ku ji paşeroja Herêma Kurdistanê bi fikar be, tevlî nebe. Bê guman, dema ku lihevkirinek neteweyî hebe û hemû partiyên hilbijartî bi awayekî azad û demokratîk beşdar bibin, civîna parlementê wê giraniya xwe hebe. Ji ber ku eger prensîba demokrasiyê ew be ku bi kirîn, tehdîd û zexta psîkolojîk bandorê li biryarên parlamenteran bike wê demê di vê çarçoveya kartonî de, em ê tu parlamento û hikûmetek ku encama civînên bi vî rengî ye nas nekin.”

