Endamên Komê ji aliyê gaziyên şer ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de şanogeran diyar kirin ku bi hatina Kobanê re û bi taybet ji bo bûne mêvanên gaziyên şer ên di şoreşa Rojava de berdêlên giran pir kêfxweş bûne.
Di axaftinan de behsa girîngiya parastina nirxên şoreşa Rojava, her wiha aktîvîteyên gaziyên şer ên têkildarî çand û hunerê hat kirin.
Gaziyên şer jî ji bo serdana Koma Şanoyê ya Amedê kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Di serdanê de gaziyê şer Dilovan ê ji her du çavên xwe birîndar e ji bo mêvanan stran got.

