Navenda Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ku di bin banê Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a girêdayî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatan dimeşîne, xebatên xwe yên ji bo piştgiriya jinan didomîne. Navenda ku di sala 2001’an de hat damezrandin, di sala 2016’an de ji aliyê qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatibû kirin ve hat girtin û piştî 8 salan di 29’ê Çileya 2025’an de dîsa hat vekirin û ji daxwazên piştgiriya aborî, psîkolojîk û hiqûqî yên jinan re dibe bersiv.
Midûra Şaxa Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ebru Eker behsa serlêdanên ku heta niha ahtine kirin, tabloya tundiyê ya li bajêr û xebatên ku dimeşînin kir.
‘XIZANIYEKE KÛR A JINAN HEYE’
Ebru Eker diyar kir ku di sala 2025’an de 241 û heta meha Mijdara 2026’an jî 250 serlêdan hatine kirin û destnîşan kir ku jin herî zêde bi daxwaza piştgiriya aborî xwe digihînin wan.
Ebru Eker bal kişand ser kûrbûna xizaniya jinan û destnîşan kir ku di serlêdanan de piştî piştgiriya aborî daxwazên piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî tên û wiha axivî:
“Ji serlêdanên ku di sala 2025’an de hatine kirin ya herî zêde piştgiriya aborî bû. Piştî wê piştgiriya psîkolojîk û di qonaxa din de jî piştgiriya hiqûqî dihat. Dema em li daneyên xwe yên îsal jî dinêrin, dîsa bi heman awayî berdewam dike. Îsal jî serlêdanên herî zêde piştgiriya aborî bûn. Mixabin li bajarê me xizanî û bêpariyeke jinan a ku kûrtir dibe heye. Dema wisa be, bi awayekî xwezayî herî zêde li ser vê mijarê serlêdan çêdibin.”

DERÎ BI DERÎ DIGERIN Û BI JINAN RE HEVDÎTINAN DIKIN
Ebru Eker diyar kir ku wan di şêwazê xebata navendê de guherîn pêk aniye, di dema borî de hevdîtinên komî yên mal û gundan pêk dianîn, lê ji sala 2026’an pê ve giranî dane hevdîtinên yek bi yek. Ebru Eker anîna ziman ku vegotina tundiyê ji bo jinan pêvajoyeke dijwar e û destnîşan kir ku hevdîtinên yek bi yek têkiliya baweriyê ya di navbera wan û jinan de xurt dikin.
Ebru Eker guherîna şêwazê xebatên xwe wiha vegot:
“Êdî şêwazekî me yê xebatê heye ku bêhtir derî bi derî dixebitin, bi jinan re yek bi yek sohbet dikin tundiyê, mekanîzmayên serlêdanê û DÎKASUM’ê didin nasîn. Sedema vê jî ew e ku axaftina li ser tundiyê gelekî zor e. Ji bo jinekê di nava xwe devehotina vê yekê, jiyîna wan pêvajoyên hundirîn û vegotina wan qonaxeke gelekî zor e. Me ferq kir ku di hevdîtinên komî de jin dema xwe îfade dikin hinekî paşde dimînin.
Xebata derî bi derî û bi her jinekê re cuda cuda axaftin, girêdana baweriyê ya di navbera me û jinan de xurt dike. Me ferq kir ku jin dema serî li me didin an jî dema em li deriyê wan dixin îfadeyên zelaltir bi kar tînin û dikarin xwe rehettir îfade bikin. Ji ber vê yekê em li ser xebata takekesî dimeşin.”
‘EM DIXWAZIN KOMÎNÊN HILBERÎNÊ AVA BIKIN’
Ebru Eker diyar kir ku DÎKASUM têkiliya xwe ya bi jinan re di qadên cuda de didomîne û got ku bi rêya navendên jiyana jinan, DÎKASUM û xebatên qadê mekanîzmayên piştgiriyê didin nasîn.
Ebru Eker ragihand ku xebatên avakirina atolyeyên hilberînê û komînên hilberînê jî berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Li gel xebatên derî bi derî, em bi kursiyerên ku tên navendên me yên jiyana jinan û bi jinên ku serî li DÎKASUM’ê didin re têkiliyan datînin. Em mekanîzmayên xwe yên piştgiriya aborî, psîkolojîk û hiqûqî ji jinan re vedibêjin. Em hewl didin atolyeyên xwe yên hilberînê û komînên xwe yên hilberînê ava bikin. Li navendên me yên jiyanê ev xebat hene. Ji ber ku em bi gelek mekanîzmayên serlêdanê xwe digihînin jinan, em gelek caran dest didin jiyana wan.”
‘JI BO PÊŞÎGIRTINA TUNDIYÊ DIVÊ GAVÊN QANÛNÎ BÊN AVÊTIN’
Ebru Eker beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan tabloya tundiyê ya li bajêr jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundî hê jî heye. Ji bo ku em bikaribin rawestînin divê gavên qanûnî yên pêwîst jî bên avêtin. Divê verastkirinên destûra bingehîn, cezakirin, yanî cezayên heyî hinekî din bên zêdekirin da ku polîtîkayeke pêşîgir bê dabînkirin. Piştî ku jin hat qetilkirin heke kiryar çend salan di girtîgehê de bimîne û derkeve, mixabin ev nabe faktoreke pêşîgirtinê. Di vî alî de bi taybetî divê gavên destûrî bên avêtin.”

