Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê dewam dikin. Di kombûnên jinan de jî jin çîrokên tundiyê yên bi serê wan ve hatine parve dikin.
Yek ji wan jî Aycan e, ku bi salan jiyana xwe li qadên cuda di nava her cûre tundiyê de derbas kiriye. Aycan li gel tundiya lê hate kirin û zehmetiyên aboriyê jî ji bo li ser piyan bimîne têkoşiya û li gel vegotina çîroka xwe ev bang li jinan kir. “Bila jin xwe hilbijêrin, ne hinekî din.”
‘BI RÊK Û PÊK TUNDÎ LI MIN HATE KIRIN’
Aycan ku di zarokatiyê de hate zewicandin û di 14 salî de bû dayik, di dema zewaca xwe de li tundiya psîkolojîk û fîzîkî rast hat. Aycan ku bi îftira û heqaretên malbata hevjînê xwe ji malê hate qewirandin, du salan ji zarokên xwe cuda ma. Aycan ku piştî demekê karîbû keça xwe bibîne, kurê xwe heyşt salan nedît.
Dema ku xwest cihê bibe li astengiya malbata xwe û malbata hevjînê xwe rast hat û li mala dayika xwe jî rastî tundiyê hat. Aycan ku bi rojan li malê hate ragirtin, lê hate xistin û tundiya aboriyê lê hate kirin, piştî ku bûyerên bi serê wê ve hat ji mala xwe çû û bi tena serê xwe jiyaneke nû ava kir.
‘MIN NEKARÎ BI SALAN ZAROKÊN XWE BIBÎNIM’
Aycan diyar kir ku zewaca wê ne bi dilê wê bû û got, “Ez zû hatim zewicandin. Di 14 salî de bûm dayik, piştre jî zarokê min ê duyemîn çêbû. Ne zewacek bi dilê min bû. Min nedixwest bizewicim. Di nava vê demê de ji xwe li tundiya psîkolojîk û fîzîkî rast hatim. Ne tenê li tundiya mêrê pê re zewicî bûm, her wiha li tundiya fîzîkî ya malbata wî jî rast hatim. Herî dawî bi heqaret û îftirayê ez ji malê qewirandin. Di vê demê de 2 salan min nekarî kurê xwe û keça xwe bibînim. Piştî demekê keça min dan, lê belê kurê min nedan min. Min kurê xwe 8 salan qet nedît.”
Aycan bi vî rengî dewam kir, “Piştî ku ji malê derketim û bûyera bi zarokên xwe re jiyam, min dixwest cihê bibim, lê belê hem malbata min hem jî malbata yê din nehiştin ez cihê bibim. Di her daxwazeke biçûk de ber bi cihekî cuda ve dibirin. Vê demê keça min ji min stendin. Ji ber rewşa madî neçar mam ku li gel dayika xwe bimînim. Li wir jî tiştên bi serê min ve hatin ji yên li mala din cudatir nebû. Nehiştin cihê bibim û ji aliyê psîkolojîk û fîzîkî ve tundî li min hate kirin. Hesabê tasek avê jî li min dikirin.
Hem birayên min hem jî dayika min li min xistin. Li mala ku em lê diman bi rojan ez hiştin. Keça min piştî ku bûyerên bi serê min ve hatin bihîst, hewl da xwe bikuje. Piştî bûyerên bi serê min ve hatin, bêyî ku ji kesî tiştekî hêvî bikim ji mala malbata xwe çûm. Li gel her tiştî min xwest ji sifirê dest bi jiyanê bikim. Malbata min rojekê jî piştgirî neda min.”
‘CIHÊ LÊ BIMÎNIM, NANEKÎ BIXWIM TINE BÛ’
Aycan ragihand ku piştî ji mala malbata xwe çû bûyî derfeteke xwe hebe hewl da jiyaneke nû ava bike û piştre karek dî tû xaniyek kirê kir. Aycan diyar kir ku li malê gelek alav kêm bûn, dem bi dem nan nedidît ku bixwe, li erdê di nava betaniyê de radiza û anî ziman ku bi piştgiriya saziyên jinan û jinan têkoşîna xwe dewam kir. Aycan got, “Piştî ku hatim vê derê ne cihekî lê bimînim hebû ne jî karekî min hebû. Weke jinekê ji bo karibe jinûve destpê bike min karek dît û malek kirê kir ku eşya lê tine bû. Niha li mala min gelek alav kêm in lê qet nebe ez azad im. Li nava betaniyê radizêm, gelek caran nanê min nîne ku bixwim, lê li gel her tiştî jî têdikoşim.
Weke jinekê li her qadê her mirovan pişta xwe dan min. Gelek mirovan piştgirî nedan min, lê belê li gel her tiştî jî ji bo berxwedanê ez jiyam. Min ev yek nîşanî her kesî da, hîn jî dixwazim nîşan bidim. Piştî bûyerên bi serê min ve hat, min karek dît û xwest jiyana xwe jinûve ava bikim. Bêguman min ev bi tena serê xwe nekir. Saziya jinan a şaredariyê gelekî piştgirî da min. Jinan gelekî piştgirî dan min. Hîn jî dema aciz dibim diçim gel wan, bi wan re diaxivim û bêhn tê ber min.”
‘BILA JIN JIYANÊ HILBIJÊRIN’
Aycan diyar kir ku tundiya lê hate kirin ne tenên fîzîkî bû, her wiha aliyên xwe yên aborî, psîkolojîk, devkî û civakî jî hebû û got, dema bi tena serê xwe dima li tundiya aboriyê rast hat û hinekan hewl dan sûdê ji vê rewşê werbigirin. Aycan anî ziman ku ew têkoşîna xwe bi piştevaniya jinê dewam dike û bang li jinan kir ku jiyanê hilbijêrin û piştgiriyê bidin hev.”

