Şêniyên bajarê Dirbêsiyê îro cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Kadûz (Mehmûd Casim Marî) ku di 21`ê Çileyê de li ser rêya Reqayê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê veşartin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelef axivî û got: “Şehîd Kadûz jiyana xwe ji bo welatê xwe da. Şehîd her tiştî didin gelê xwe û jiyana xwe ji bo doza gel feda dikin.”
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê axivî û got: “Em sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Mehmûd re dixwazin. Em li ber mezinahiya vî şehîdî û hemû şehîdên azadiyê yên ku xwe ji bo wekhevî û azadiyê feda kiriye, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Mihemed Marî yê birayê şehîd Kadûz jî li ser navê malbatê axivî û got: “Berî her tiştî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin. Ez bi serbilindî serê xwe ji bo birayê xwe bilind dikim û em soz didin dayikên şehîdan ku em ê tola şehîdên xwe hilînin.”
Pitşî xwendina belgenameya şehadetê, cenazeyê şehîd Kadûz bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

