Pêncşem, 15 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî biryarên kongreyê yên PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Edaletê bersiv da daxwaza ‘mafê hêviyê’ û ‘hevdîtina bi rojnamevanan re’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ramanên Azad’ wê bibe qada dîjîtal a berxwedana entelektuel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Dersim: PKK ne tenê navek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt Demeke ji têkoşîneke hîn mezin destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrfan Amed: Baweriya me ya bi Rêber Apo re xurt e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Cografyayê Kurdistanê, ji federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal re dibe dergûş’
Kurdistan

‘Cografyayê Kurdistanê, ji federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal re dibe dergûş’

Li ser vê cografyayê şeveqa şaristaniyê avêt û jêre bû dergûş, vê carê jî şeveqa federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal diavêje û jêre dibe dergûş.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakî di diyardeya rêveberiya civakî de jihevkirina şêweyên desthilatdarparêz û otonomparêzên demokratîk gelekî girîng e. Heta cudahiyên bi kok ên di navbera paradîgmayên herdu rêveberiyan de neyên jihevkirin û zelalkirin, çareseriyên bêne kirin bivênevê wê bi tevahî bêkêr bin. Rêveberiya civakî bi xwe heta bi awayekî azad neyê diyarkirin, pirsgirêkên din hemû wê di kêliya dawî de di nava bêçareseriya rêveberiyê de asê û pûç bibin, heta wê bi xwe re pirsgirêkan girantir bike. Eger hewce bike ku mirov mînakeke dîrokî bide, mirov dikare behsa ezmûna Sovyetê bike. Bi awayekî desthilatparêz nêzî diyardeya rêveberiyê bûn ev yek di têkçûna ezmûna Sovyetê de bi roleke diyarker rabûye. Di bingehê şoreşên serneketî de heman diyarde veşartî heye. Ev şoreş, yan bi ti awayî nikarîbûne xwe ji têgihiştina rêveberiya desthilatparêz qut bikin û di encama vê de bûne desthilatdar û riziyane, yan jî bi temamî diyardeya rêveberiyê li derve hiştine û bi vî awayî ber bi anarşîzma ferdî ve çûne û bivênevê têkçûn ferz kirine. Desthilatdariya dewletdar û hiyarerşîk destavêtiye diyardeya rêveberiyê û ev çavkaniya pirsgirêkên civakî ye. Heta ku dest neavêjin diyardeya rêveberiyê, wê çeloxwarî û berevajîker nekin, mêtinkarî û zordestî nikare xwe bi sazî bike, û ev diyarde bivênevê yan wê pêk neyên an jî wê demî bin. Rêveberî çiqasî bêne desteserkirin, çerx û mekanîzmayên mêtinkarî û zordestî jî wê li ser civakan ewqasî bê avakirin. Bi vî awayî jî mîna ku devê qutîka Pandorayê vebe, tevahiya diyardeyên civakî wê di nava pirsgirêkan de bixeniqin.

Nîzama civaka xwezayî bi rêveberiya hiyarerşîk xirabû û pirsgirêkên çavkaniya xwe xweza li van zêde bûn, bi vê re jî pirsgirêkên civakî yên navxweyî derdikevin holê. Pirsgirêkên di warê çanda maddî û manewî ya civakê de her diçin girantir dibin. Şerên di navbera klan û qebîleyan de dijwar dibin îşaret bi avahiyeke bi pirsgirêk dikin. Di cîhana zêhnî de têgînên bi nakok ên xwedayî û fikrên mîtolojîk ên derdikevin holê bi xwe pirsgirêkên civakî yên zêde dibin îfade dikin. Em van diyardeyan hemûyan dikarin di civaka Sumer de bi awayekî xurt bibînin. Şerê di navbera xwedayan de, ya rastî pevçûna di navbera xanedanên hiyarerşîk ên mezin dibin û rêveberên bajar-dewletê de li ser berjewendiyan in. Şerên desthilatdariyê yên di navbera salên 5000-3000 B.Z. de li Mezopotamya Jêr û paşê di tevahiya civakên şareza de bê dîtin, wê prototîpa pirsgirêkên civakî ên bi kok li ser bingehê nakokiya bajar-gund (‘barbar’) û lihevnekirinên çînî yên yekdestdariyên mêtinkar pêk bîne. Piştre bi tevahî şêweyên lihevkirinê û şerên civakî, pevçûnên hundir û derve yên bajar, çîn û dewletê yên derkevin holê, mînakên pêşî yên aştiyê li van deran têne ceribandin.

CIVAK TI CARÎ JI XWESTEEKA XWE YA XWERÊVEBIRINÊ NEGERIYAYE

Tevî ku di nava dem û pêvajoyê de rêveberiya desthilatparêz bi ser ketiye jî civak ti carî ji xwesteka xwe ya xwerêvebirinê negeriyaye û li dijî rêveberiya desthilatdar timî xwesteka xwe ya xwerêvebirinê mezin kiriye. Jixwe di dîrokê de rêveberiyên qebîle û eşîran şêwegirtina herî berfireh a civakan e. Ya ku qebîle û eşîran pêk anî bi xwe, xwerêvebirin e. Li şûna ku li ber rêveberiyên xerîb stûyê xwe xwar bikin, timî tercîh kirine ku bibin civakên koçer ên li çol û çiyan, li qelaç û zozanan. Çi dibe bila bibe ji ya xwe nehatine xwarê; qirkirin jî li ber çavan girtine, lê ji pêdiviya bingehîn a xwezaya civakî mafê xwerêvebirinê negeriyane. Qebîle û eşîr gelekî serwext bûn ku ji xwerêvebirinê bigerin wê nasnameya xwe ji dest bidin û êsîr bikevin. Diyardeya jêre dibêjin berxwedana barbaran li dijî bajaran di bingehê xwe de şerê qebîle û eşîran e ku ji mafê xwerêvebirinê nagerin û bergiriya nasnameya xwe dikin. Mirov bi awayekî berfireh dikare vê diyardeyê heta roja me ya îro bibîne. Di kevalên Sumeran de bi îfadeyên bi bandor û bi awayekî destanwarî qala êrîş û berxwedanên li dijî Sumeran tê kirin ku qebîleyên çolê ango Aramîtan (qebîleyên Proto Ereb) ji Rojava û yên Hûrriyan (Proto Kurd) ji Bakur û Rojhilat bi pêş dixistin.

Pirsgirêka xwerêvebirinê ya komên qebîle û eşîran di pêvajoyên qewm, milliyet an jî gelbûnê de xwe weke demokrasiyê (bi Yewnanî tê maneya ‘xwerêvebirina gel’) bi gewde dike. Divê mirov demokrasiyê bi du xisletên wê bide naskirin: Yekemîn, di naveroka wê de dijbertiya dewletbûn û bi sazîbûna desthilatdariyê ya li ser gel heye. Duyemîn, xwerêvebirina xwe ya ji rêûresmê mayî bêhtir bi xisleta tevlîkirinê gurçûpêç dike, bi vî awayî çanda civîn û guftûgoyê bi sazî dike, prototîpa parlementê pêk tîne û bi vî rengî wê tekûz dike. Xwerêvebirin weke xweseriya demokratîk tevlîbûna hemû yekeyên civakê yên pêwendîdar pêk tîne û bi sazî dike. Di vê mijarê de mînaka dîrokî ya bi bandor û bi belgeyên nivîskî, em di demokrasiya Atînayê de dibînin. Demokrasiya Atînayê bi sedema ku bi temamî ji koletiyê nikaribû bibihure demokrasiyeke temam nayê hesibandin. Lê ji ber ku di mînaka Spartayê de dewletbûnê qebûl nake dewlet nayê hesibandin. Ev mînaka balkêş a ji demokrasiya temam derbasbûna dewletê der barê demokrasiya rastî de îro jî gelek dersên mirov jê bigire hene. Demokrasiya Atînayê ji roja me ya îro re nirxên hiştine hene weke rasterast demokrasî, bi hilbijartinên salane destnîşankirina rêveberiyê û nedana ti xisleteke jor ji bo kesên neqandî, diyardeya rêveberiyê ya di fermana demokrasiyê de, çanda civînan a welatiyan tevlî guftûgoyên polîtîk dike ango wan bi awayekî perwerde dike. Hemin wekî din serhatiya bêhejmar civakên din a nenivîsandî heye û ya wan jî çandeke demokrasiyê ya bi heman rengî ye.

DIVÊ MIROV TI CARÎ DEMOKRASIYÊ BI DEWLET Û DESTHILATDARIYÊ RE WEKHEV NEKE Û NEBÎNE

Ezmûn û tecrûbeyên dîrokî yên me hewl da bi kurtî bi mînakan nîşan bidin, bi awayekî berfireh hebûn û cudabûna diyardeya xwerêvebirin û demokrasiyê li pêş çavan radixin. Şêweyekî rêveberiyê ye ku rê nade desthilatdarbûnê, rê li ber pirsgirêkên civakî venake, firsendê nade derketina holê ya zordestî û mêtinkariyê. Gelekî girîng e ku mirov li dijî hewldanên rizandinê yên rêveberiya desthilatdar van xisletên bingehîn ên demokrasiyê û xweseriya demokratîk timî zelal bike û ji wan negere. Eger mirov demokrasiyê bike kirasê rewakirina desthilatdarî yan jî dewletê, ev xirabiya herî mezin e ku mirov bi demokrasiyê bike. Divê mirov ti carî demokrasiyê bi dewlet û desthilatdariyê re wekhev neke, nebîne. Eger bi vî awayî têgîn bêne tevlîhevkirin hingê ji pirsgirêkên civakî re çareserî nayên peydakirin û heta her biçe wê bikevin ser hev û zêdetir bibin. Demokrasiyên serwextbûna polîtîk û hestyariya exlaqî ya civakî timî li ser piyan zindî û geş dihêlin, ji bo pirsgirêkên desthilatdarî û dewlet dibin sedema çêbûna wan, qadên rastî yên çareseriyê ne. Em rejîmeke din a bi qasî demokrasiyê karibe bêyî şer pirsgirêkan çareser bike nabînin. Lê kengî xweşhalî û aramiya civakê bikeve ber derbên kujer ên dewlet û desthilatdariyê ango tehlûkeyeke bi vî rengî derket holê, demokrasî bi coş şer dikin û bi hêsanî jî têk naçin.

Di serdema modernîteya kapîtalîst de ji bo demokrasiyan û xweseriyên demokratîk tehlûkeya herî mezin ji desthilatdariyên dewleta netewe tên. Pirraniya dewletên netewe yên kirasê demokrasiyê li xwe dikin, navendîbûna herî hişk pêk tînin û bi vî awayî mafê xwerêvebirinê yê civakê bi temamî ji holê radikin. Hegemonya îdeolojîk a lîberal hewl dide vê xisleta dewleta netewe ya dijberî demokrasiyê, weke xisleta ‘serdema demokrasiyê’ bi hîle bide pejirandin û ji aliyê dewleta netewe ve înkara demokrasiyê weke serketina rejîma demokrasiyê tê qebûlkirin. Li hemberî modernîteya kapîtalîst pirsgirêka rastî ya demokrasiyan ew e, divê cudahiya xwe nîşan bidin û dev ji xisleta xwe ya tevlîkirinê û domdar bernedin. Heta hegemonya desthilatdarî û dewletê neyê ferzkirin pirsgirêkeke civakî ya ku demokrasî çareser nekin tineye.

SEDEMA BINGEHÎN A TÊKÇÛNA SOSYALÎZMA PÊKHATÎ

Sosyalîzma pêkhatî hewl da pirsgirêka desthilatdarî û dewletê bi pêkanîna desthilatdarî û dewleteke din çareser bike û ev jî sedema bingehîn a îflasa wê ye. Sosyalîzma pêkhatî qet hesab nekiribû ku desthilatdarî û dewlet sermayeya kombûyî ne, wexta fonksiyonel dibin bi sermaye û kapîtalîzmê bi encam dibin. Di warê teorîk ê vê mijarê de çavkorî bû ye. Dewletdariya netewe ya navendî ji mînakên lîberal ên klasîk qat bi qat mezintir kiriye û yeqîn kiriye ku wê bi vî awayî bigihîje kominîzmê, lê di dawiyê de bi pêkhatina herî hov a kapîtalîzmê re rûbirû bûye. Encama herî girîng a ezmûna sosyalîzma pêkhatî ew e, sosyalîzm bê demokrasî pêk nayê. Di roja me ya îro de pirsgirêkên bi navê civaka sivîl, mafên mirov û hindikayiyan, pirsgirêkên rêveberiyên xwecihî û bi tevahî pirsgirêkên neteweyî yên klasîk gelekî zêde bûne. Ji ber ku dewleta netewe ya navendî xwerêveberî û demokrasî tepisandine, pirsgirêkên behsa wan tê kirin derketine holê. Ji lewra ji bo ev pirsgirêk bêne çareserkirin divê ew zemînê tepisandin û desteserkirina mafan ê dewleta netewe ji holê bê rakirin. Hem karekterê federal ê DYE’yê, hem jî xwebipêşvebirina Yekîtiya Ewrûpayê ber bi aliyekî ve ku pê nirxên demokratîk ên hatine desteserkirin hêdî hêdî be jî ji nû ve li civaka sivîl, ferd, hindikayî û rêveberiyên xwecihî vedigerîne, nîşan didin ku ji taktîk û teoriyên sêsed salî yên dewleta netewe çerx kirine, ji wan vegeriyane. Ji ber ku pêvajoya sêsed salî bi qasî ku di ti dema dîrokê de nehatibe dîtin rê li ber şeran, talanan, mêtingerî, qirkirin û asîmîlasyonan vekir. Mînaka Yekîtiya Ewrûpayê bi sînor be jî gavek e ku ber bi demokrasiyê ve hatiye avêtin. Çawa ku di modela dewleta netewe de jî hat dîtin, ev modela li demokrasiyê vekirî, îhtîmaleke xurt e, ji aliyê dewlet û gelên dinyayê ve were parvekirin. Lê wer xuya dike ku bi awayekî bingehîn a li parzemînên din ên dinyayê pêş bikeve, demokrasiya radîkal e. Ezmûna Emerîka Latîn, nêzîkatiyên welatên berê yên sosyalîzma pêkhatî, rastiya Hindistan û heta Efrîkayê girîngiya demokratîkbûnê her roja diçe bêhtir nîşan didin û neçar dikin ku pêşketin ber bi vî alî ve pêk bên.

Li herêm û dayika niştiman a şaristaniya navendî kaosa mezin a pêk tê, îflasa dewletdariya netewe û parvekirina desthilatdariyê ji her alî ve û bi temamî eşkere nîşan dide. Vê kaosê maskeyên desthilatdariyên xwe disipêrin hiyarerşiyên rehên wan kûr diçin û dewletên netewe yên Filistîn-Îsraîl, Iraq û Afganistanê anîne xwarê û vebirrî nîşan daye ku ew çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan in, û dîsa ji her alî ve li pêş çavan raxistiye ku ew çavkaniya şîddet, teror, şer û tevkujiyê ne. Dewleta netewe û parvekirina desthilatdariyê mîna topeşeqê *bumerangê+ vedigere li xwediyên xwe dide û ji bilî vê tiştek jê nayê û ev rastî jî têra xwe piştrast bûye.

Di van şert û mercan de hêza çareserker a demokrasiya radîkal û konfederalîzma demokratîk derdikeve holê. Li ser vê cografyayê şeveqa şaristaniyê avêt û jêre bû dergûş, vê carê jî şeveqa federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal diavêje û jêre dibe dergûş. Di xwezayê de rêzik û pîvanek heye: Her tişt li ser koka xwe ji nû ve hêşîn dibe. Wer xuya dike ku demokrasî jî wê li ser rehên xwe yên digihîjin şoreşa neolîtîkê bi temamî û bi awayekî serketî wê ji nû ve hêşîn bibe. Ev dergûşa ku hê jî derban ji şaristaniyên hegemonîk ên navendî hemûyan dixwe, pêkan e ku zarokê demokrasiyê xwedî û mezin bike. Ev çiya û erdên ji mêj ve hêza xwerêvebirinê, qabîliyeta civakbûna polîtîk û exlaqî ji dest dane, heye ku careke din, ji derketina ‘Kurtî’yan a dergûşê û meşa wan re şahidiyê bikin. Li çanda Rojhilata Navîn her tişt mîsala kûpên bi ser hev ve kirî ne. Heqîqeta civakî ya li qadekê serketina xwe piştrastkirî, xwedî wê xisletê ye ku bi lez li qadên din belav dibe. Îslam di nava demeke kin a bi qasî sîh salî de bû sîstemeke dinyayê. Pirsgirêkeke piçûk a mîna Filistînê bi salan e ku fena tevahiya herêmê kiribe êsîrê xwe. Demokrasiya rastî ya bi şeveqa Kurdistanê re di dergûşa şaristaniyê de mezinbûyî êdî dikare gav biavêje û xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û îfadeya sîstematîk a van diyardeyan tevan modernîteya demokratîk, weke alternatîfeke li dijî modernîteya kapîtalîst dest pê kiriye bi rolekê radibe. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a bi gelek dersên ibretwarî îflasa xwe her roja derbas dibe piştrast dike, modernîteya demokratîk mîna roja hiltê ye.

Di têkiliyên desthilatdarî, dewlet û xweseriya demokratîk de pirsgirêka bingehîn a divê mirov ji hev derxe ew e, divê cudahiyên di navbera xwe de çawa biparêzin û bi rêkûpêk bikin ango wê pirsgirêka aştiya civakî çawa çareser bikin. Em ji mînakên dîrokî û rojane dibînin ku kengî hewl didin hevdu bi temamî tesfiye bikin, desthilatdariya dewletê vediguhere cinawirê (Levîathan) civakî û pêvajoya kaotîk kûrtir û domdar dibe. Her ceribandina çareseriyê ya di vê çarçoveyê de hê bêhtir bêhnê li civakê diçikîne û wê diqedîne. Ji çaresernebûnê mirovatiyeke bûye mîna moriyan a di bin îdareya mutleq a dewletê û qalibên zêdexwarin-bikaranînê de asêmayî paşve dimîne. Ev rastî bi êrîşên topyekûn a modernîteya kapîtalîst li dijî civakê pêk hatiye. Qelsiyên şoreşgertiya utopîk û ji ber ku nikarîbûye ji desthilatgiriyê bibihure, modernîteya kapîtalîst bêhtir bi hêz bûye.

Çareseriya xweseriya demokratîk bi du cure rêbazan dikare bi van avahiyên dêwane re serî derxe. Rêbazên şoreşger û reformker. Rêbaza şoreşger a bi tevahî xirakirina avahiyên modernîteya kapîtalîst, nexasim desthilatdariya dewlete netewe dike armanc, ji ezmûnên wê yên dîrokî jî diyar bûye ku desthilatdariya dewleta netewe bi hêztir kiriye û bi ser neketiye ku avahiyên wekhevî, azadî û demokratîk ên civakê ava bike. Demokrasiya reformker jî di nava modernîteya serdest de heliyaye, nikarîbûye xwe ji vê aqûbetê rizgar bike. Encama em ji vê bigirin ev e, çi rêbaz were bikaranîn bila were bikaranîn, ya esas ew e, divê mirov alternatîfên entelektuelî û sazîyî yên sîstema modernîteya demokratîk pêşde bibin di rojevê de bihêle û bi cih bîne. Divê mirov karibe texmîn bike ku herdu sîstemên modernîteyê, dibe ku bi sedsalan li cem hev bimînin, û li gorî vê, mirov hem di binyeya dewleta netewe ya taybet de, hem jî di nava sîstema jor-netewan a gerdûnî de çareseriyên destûrî yên demokratîk pêş bixin û bi îhtîmaleke xurt, pêkan e ku ji têkilî û nakokiyên di navbera xwe de bibihurin. Pêşketineke bi vî rengî dikare rabihuriya neyênî bigihîne paşeroja erênî.

(Ev beş ji parêznameya Rêber Apo ya bi navê Parastina Kurdên di nav Pencê Qirkirina Çandî de: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewaya Demokratîk hatiye girtin..)

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Girtîgeha Metrîsê tedawiya girtiyan tê astengkirin
Nûçeya Pişt re Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan gelek zelal û eşkere ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li ber girtîgeha Evînê li dijî îdamê çalakî

Malbatên girtiyên ku cezayê îdamê lê hatine birîn û aktîvîst li ber Girtîgeha Evînê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

El Şara ji asayîbûna têkiliyên bi Îsraîlê re amade ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Tarblûsê di navbera komên çekdarî de şerekî dijwar rû da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?