Li gorî SOHR’ê, danê sibê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şam û derdora wê de 3 jê sivîl 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
SOHR’ê daxuyand ku di êrîşan de du wesayît li taxa bilind a Mezzehê ku avahî û balyozxaneyên Sûriyeyê lê ye, li Şamê “bataryayên parastina hewayî yên balafirgehê” û li başûrê paytexê “derdora Kiswehê” hedef hatin girtin.
Li gorî SOHR’ê 3 sivîl, di nav wan de rojnamevanek jî hene û çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin.
Ajansa fermî ya nûçeyan Sana ya girêdayî hikûmeta Şamê beriya niha ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê de 3 sivîl hatine kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûne.