Endezyarê Jeofîzîkê û Pisporê Erdhejê Doç. Dr. Savaş Karabulut diyar kir ku projeya jeotermal a ku li Kanîreş û Gimgimê 22 gundan digire nav xwe, ji pêdiviyeke enerjiyê zêdetir operasyoneke li ser bingeha rantê ye. Karabulut destnîşan kir ku li vê qadê hilberîna elektrîkê ji aliyê zanistî ve ne gengaz e û got ku li ser koka xetên şikestekê kolandina sondajên kûr, mîna lîstina bi bermîla barûtê ye. Karabulut got, Ev rapora ÇED’ê ya ku 22 gund û mêregan daqurtandiye ne belgeyek teknîkî ye, operasyona qirêjkirin û firotina erdnîgariyê ye.
Navçeyên Gimgim û Kanîreş, ne tenê bi mêregên xwe, bi enerjiya sîsmîk a mezin a di bin erdê de jî di bin merceka cîhanê de ne. Doç. Dr. Savaş Karabulut derbarê sondajên kûr ên ku dê li vê qadê ya ku wekî Hevgirtina Sêalî ya Çewligl-Kanîreş tê naskirin û potansiyela wê ya hilberîna erdhejê ya herî bilind a Tirkiyeyê ye bên kirin de hişyarî da. Karabulut bal kişand ku guherîna zexta şilekê ya bin erdê dikare erdhejan pêk bîne. Karabulut diyar kir ku rapora ÇED’ê ya hatî amadekirin ji aliyê teknîkî ve kêm e û destnîşan kir ku proje hem vedixwîne ser wêraniyeke ekolojîk hem jî armanc dike ku gelê herêmê bê milk bike.
QANÛNA KANÊ Û DORPÊÇA SERMAYEYA NAVNETEWEYÎ
Karabulut bal kişand ku li gelek derên Tirkiyeyê, bi taybetî piştî sala 2020’an, bi nîşandana armancên stratejîk ên welat dest bi dayîna lîsansên lêgerîn û xebitandina jeotermalê hatiye kirin û wiha got: Li herêmên wekî Aydin, Çanakkale, Manîsa û Îzmîrê yên li Rojavayê Anatolyayê, li qadên ku germahiya wan di ser 150 pileyî de ne hilberîna elektrîkê belav bû, lê enerjiya jeotermal wekî ku tê fikirîn bêzerar nîn e. Lêkolînên zanistî yên li herêma Aydinê nîşan didin ku derketina gazê ya bêkontrol, bandorên atmosferî, qirêjiya ax û avê bûyerên penceşêrê zêde kirine.
Heke em bi paşxaneyeke dîrokî li mijarê binêrin; çavkaniyên me yên bin erdê yên ku di sala 1933’an de hatibûn neteweyîkirin, bi Qanûna Kanê ya sala 1985’an û piştre bi rêziknameyên jeotermalê ji bo fîrmayên navneteweyî hatin vekirin. Îro rexneyên mafdar hene ku çavkaniyên me yên bin erdê li şûna berjewendiya gel, pêşkêşî bazarên neteweyî û navneteweyî tên kirin. Me encamên tal ên vê pêvajoyê di komkujiya karkeran a li İliçê, û di wêraniya ekolojîk a li Fatsa û Artvînê de dît. Niha jî li hemberî me rapora ÇED’ê ya fîrmayeke bi navê Ignis Enerji heye ku bingeha wê Amerîkî ye û li Kanîreşya Çewligê xebatê dike.
SİYASET, ŞER Û HEVKÊŞEYA ENERJİYÊ
Karabulut bi bîr xist ku Ignis Enerji fîrmayeke ku li nêzî 40 welatên cîhanê xebatê dimeşîne û wiha dewam kir: Di serdemeke ku li Rojhilata Navîn şer didome û Siyonîzm hewl dide gelan tune bike de, ketina fîrmayên Amerîkî bi rêya polîtîkayên enerjiyê nav erdnîgariya me, divê ji serî de bê nîqaşkirin. Armanca bingehîn a van fîrmayan qezen kar e; bi bikaranîn û qirêjkirina erdnîgariyan qezencê bi dest dixin. Ev rapora ÇED’ê ya ku di Îlona 2025’an de hatiye amadekirin, plan dike ku li qadeke mezin a 2160 hektarî, ango li herêma 17-18 gundan, 18 bîrên sondajê veke. Çavkaniyên ku malê gel in, li şûna ku bi gel re bên parvekirin, wekî metayên aborî ji şîrketan re tên dewrkirin. Tenê di raporê de qala xebitandina karkeran a bi 12 saetan bi dorvegerên giran tê kirin, ev bi serê xwe ji bo etîka kar û ewlehiyê pirsgirêk e.
Daneyên teknîkî yên di raporê de bi gumanan tije ne. Tê îddiakirin ku di kûrahiya 2500 metreyî de ava germ bê dîtin, lê di xebatên saha yên fîrmayê bixwe de tê îfadekirin ku di kûrahiyên pir rûser de germahiyên bilind hatine dîtin. Ev nakokî ye. Her wiha, di raporê de bi eşkereyî tê dîtin ku zeviyên çayir, mêreg û çandiniyê yên ku çavkaniya debara herêmê ne, dê rasterast ji vê projeyê bandor bibin. Gava ku metalên giran û kîmyewî yên di nav şilekên jeotermal de bi ax an jî bi ava rûser re bikevin têkiliyê, li wê erdnîgariyê ne sewalkarî ne jî çandinî dimîne. Berdêla 800 hezar TL’yî ya ku ji bo erd hatî diyarkirin, li gorî nirxa herêmê trajikomîk e û îspata bê-milk-kirinê ye.
ELEKTRÎK NAYÊ HILBERANDIN, RÎSKA ERDHEJÊ NAYÊ PIŞTGUHKIRIN
Karabulut tespîta Ji aliyê zanistî ve divê ez vê bibêjim: Li gorî mercên jeolojîk û germahiya avê, li vir hilberîna elektrîkê ne gengaz e, kir û wiha got: Ev proje ne hewcedariyeke zanistî ye. Aliyê herî xeternak jî erdhej e. Qada projeyê, tenê çend kîlometre dûrî zona şikesteka Kanîreşyê û xeta şikesteka Bakur-Rojhilat e. Avaniya erdê di pola herî bi pirsgirêk a wekî Z6-Z7 de ye. Li xaleke ku ewqas nêzî xetên şikestekê ye, kirina sondajên kûr ên ku dê hevsengiya şilekê ya bin erdê xira bike, lîstina bi bermîla barûtê ye. Rapora ÇED’ê jî metnek e ku van rîskên jiyanî bi îfadeyên ‘copy-paste’ derbas kiriye û ji aliyê teknîkî ve kêm e. Ev proje ji bo gelê herêmê ne pêdiviyek e. Dê qadên mêrgan tune bike, çavkaniyên avê qirêj bike û rîskên sîsmîk pêk bîne. Angaşta ku dê bibe çareserî ji bo bêkariya li herêmê, li hemberî wêraniya demdirêj xapandinek e. Wekî zanistek û endezyarekî civakê ez biryargihran hişyar dikim: Pêkanîna vê projeyê dê bibe sedema wêraniyeke jîngehî û bê-milk-kirina civakî; divê tavilê ji nû ve bê nirxandin.

