Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên PKK û PAJK’î salvegera damezrandina PKK’ê silav kirin
Rojane

Girtiyên PKK û PAJK’î salvegera damezrandina PKK’ê silav kirin

Girtiyên PKK û PAJK’î salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û gotin, “Em sala nû ya têkoşîna ku wê encamên şoreşgeriyê biafirîne, bi hemû kelecan û heybeta wê pêşwazî dikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Girtiyên PKK û PAJK’î bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî dan. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Sala têkoşîna 47’an a PKK’ê, meşa mirovahiya hemdem e ku 46 sal li pey xwe hiştin û bênavber didome. Em vê sala têkoşînê di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe yên şoreşê ku parêzvanên bi wêrek ên vê meşê ne û di şexsê gelê Kurd de li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Em sala nû ya têkoşînê ku wê encamên şoreşgeriyê biafirîne, bi hemû kelecan û heybeta wê pêşwazî dikin.

Em şehîdên xwe yên mezin Mazlum, Kemal, Hayrî, Akîf, Alî, Ferhat, Necmî, Mahmut û Eşref ku bi ruhên xwe yên fedayî û seknên xwe yên bi heybet em anîn roja îro, car din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarê biryardarî û îradeya wan a mezin.

Ev di esasê xwe de di şexsê gelê Kurd de, mudaxeleya li paşverûtî û jiyana dermirovî ye ku li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ev pêngav xwe dispêre hebûniyê û feraseta milletê Kurd a çarenûsê ji binî ve ji holê radike û axa mirî ya li ser miletê Kurd ku wekî tune dihat hesibandin û digotin ‘Kurdistana xeyalî meftûn e” rakir. Ev yek îradeya afirandina ji tunebûnê ye ku bi ked û hewleke bêhempa, ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê ve Kurd giheştin asta gelên modern û şoreşger ku xwe bi xwe bi rêve dibin. Ev heqîqet ji aliyê Rêber Apo ve wekî ‘Ta bi derziyê ve kirin’ tê pênasekirin. Hevrêyê me Hayrî weke dewameke vê heqîqetê û nûnerên PKK’ê yên îdeolojîk û rêxistinî, şehîdên me yên şoreşa zindanan di dadgehên dagirker û faşîstan de parêzkariya gelekî ku tune tê hesibandin, kiriye û mizginiya rûmet û serkeftina derketinê daye.

Bi ruh û çanda berxwedana zindanan, tevî hemû zext, êşkence û pêkanînên qirkirinê, ala berxwedanê ya şehîdên me yên mezin ku bûne nasnameya berxwedana bênavber û ruhê berxwedana zindanê, li ezmanan hate parastin. Ev ji bo dijminê dagirker û mêtinger re bû bersiva herî rast. Hevrêyê me Abdulkadîr Kûtay, şehîdê me yê dawî yê zindanê, li hemberî polîtîka û pêkanînên dijminî, ji çanda berxwedanê paşde gav neavêt û bersiva herî birûmet û şanaz da dijminê ku her roj digot ‘me xilas kir, em ê xilas bikin’ û bû îfadeya şênber ya sekn û vîna xurt û saxlem ya PKK’ê.

Têkoşîn û berxwedana jinên azad ya ku bi şoreşa Kurdistanê dest pê kir û rêheval Sarayê pêşengiya wê kir, bûye îspata heqîqet û gerdûnîbûna têkoşîna PKK’ê û bûye îdeolojî û rêbaza têkoşînê ya jinên cîhana hevdem. Îro berxwedana hevrêyên me yên li zindanên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana hevrêyên me yên PAJK’ê yên di zindanên dewleta faşîst a Îranê de, tê wateya bangawaziya parastina vîn û azadiyê.

Pergala dewletê ya ku bi hemû aliyên xwe ve temsîla îdeolojiya mêrê serdest e, di encama têkoşîn û berxwedana jinan de bêçare maye û li ber çavê civak û kesan ketiye rewşeke bêkêr. Loma bi hemû hovîtiya xwe ji aliyê fizîkî, çandî û derûnî ve êrîşî jinan dike.

Em minetdarê Rêber Apo ne ku ew afirînerê bêhempa yê ferdê azad, civaka azad û îfadeya herî berbiçav a vê yekê ye ku em bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve diçin. Em pêngava azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin û li çar aliyên cîhanê deng vedide, careke din silav dikin.

Em di 47’emîn sala Partiyê de hemû aliyên ku ji bo Rêber Apo têdikoşin ku ji bo mirovahiyê kedeke mezin daye û jiyana xwe ji bo têkoşîna mafdar û bi rûmet a mirovahiyê feda kiriye, silav dikin û di têkoşîna wan de serkeftinên mezin dixwazin.

Em girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK’ê damezrandina Partiya me PKK’ê ku sala 46’emîn li pey xwe hişt û kete sala xwe ya 47’emîn di serî de li Rêber Apo, şehîdên qehreman, gelê me yê welatparêz, hemû hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didin, li gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê hêza ruhê fedaî yên Apoyî ne û li hemû mirovahiyê pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bertek nîşanî qeyûmê xespkar dan û ji civînê derketin
Nûçeya Pişt re CÎK: Tundiya li dijî jinê li pîvanên Îslamê nayê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê şehadeta Zeynep Têkoşîn ragihand

Fermanariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku şervana YPJ’ê Zeynep Têkoşîn di 8’ê Kanûna 2024’an de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nobeda Xelfetiyê de ji bo mitînga Êlihê bang hate kirin

Nodeba li hemberî derbeya qeyûm a li Xelfetiyê berdewam dike, di çalakiyê de ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyan weşand

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand ku li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?