Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di salvegera qetilkirina rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hrant Dînk bi lêkolînên ku kirine gihiştiye encamên Qirkirina Ermeniyan a heta roja me ya îro. Pêvajoya qirkirinê ya li dijî neteweya Ermenî û Xrîstiyanan hatî kirin, ne tenê tehcîr û komkujiyên bi komî ye, bi rengekî sîstematîk bişaftina li dijî gelên ne Xristiyan û ne Misilman nîşan daye. Ev rastiya dîrokî pir girîng e ku nîşan dide dewleta Tirk li ser kîjan bingehan xwe ji nû ve ava kiriye.”
‘BI QETILKIRIN Û XESPKIRINÊ, DEWLET AVA KIRIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:
“Desthilatdarên wê demê Ermenî, Suryanî û yên ji neteweyên din qetil kirin, bi desteserkirina sermayeya wan dewletek ava kirin. Hinekên mayî jî asîmîle kirin. Mîna di Komkujiya 6-7’ê Îlonê de yekane polîtîkaya dewleta Tirk zext û zilm e.
Hrant Dînk di heman demê de rewşenbîrekî xwedî fikrê şoreşger-demokratîk bû. Ew ne tenê li dijî qirkirina Ermeniyan, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî neteweya Kurd jî teşhîr kirin û sekneke zelal raber kiriye.
Dewletên faşîst ferq kirin ku li hemberî Hrant Dînk rastiya wan a dîrokî ji nû ve eşkere bûye. Dewleta Tirk ji bo ku sûcên wê eşkere nebe, Hrant Dînk qetil kir. ‘Ji zarokekî kujerek’ ava kiriye. Ev yek siyaset û kevneşopiya dewleta Tirk a ji berê ve ye.
‘JIYANA HEVPAR BI HILWEŞÎNA DEWLETA TIRK A FAŞÎST PÊKAN E’
Ji bo ku gelên Ermenî, Asûrî/Suryanî, Kurd, Tirk, Helen, Rûm di jiyaneke hevpar de kom bibin û wekhevî çêbibe, divê dewleta Tirk a faşîst hilweşe. Ji dewleteke ku li ser qirkirinê hatî avakirin, çareserî nayê hêvîkirin. Dewleta Tirk qirkirinan didomîne. Duh yên ku Qirkirina Ermeniyan pêk anîn, îro qirkirina li dijî Kurdan didomînin. Têkoşîna me ya şoreşgerî ya yekbûyî wê gelan li dijî qirkirinan rizgar bike.
Em di salvegera 17’emîn a qetilkirina Hrant Dînk de wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan em soz didin ku îdealên wî pêk bînin û li ser vî bingehî têkoşîna xwe pêş bixin. Em li vir in Ahparîg!”