Pêncşem, 15 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15’ê Sibateke din di nava pergala Îmraliyê de derbas bike
Jin

KJK: Êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15’ê Sibateke din di nava pergala Îmraliyê de derbas bike

Koordînasyona KJK’ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de got, “Êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15'ê Sibateke din jî di nav pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de derbas bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ji bo ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî û şert û mercên guncav ji bo xebata wî bên dabînkirin, divê hemû alî bi awayekî hêztir beşdarî pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Demokratîk’ bibin.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ku ji aliyê gelê Kurd û gelên ku di paradîgmaya Rêber Apo de hêviya jiyana demokratîk dibînin, weke roja reş pênase kirine, em hemû şehîdên xwe yên ku gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe li dora Rêber Apo kirin xelekek ji agir, bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ji holê rakin ku di şexsê Rêber Apo de tinekirinê li gelê Kurd, jinên demokrasî û azadîxwaz û gelan ferz dike, bi vî rengî em ê armanca herî mezin a şehîdên xwe pêk bînin.
Dewletên hegemon ên ku tevlî komploya navneteweyî bûn, qîrîna gelê me ya ku sed sal in ji bo jiyana azad berdêlan dide nebihîstin û hevkarên wan şermezar dikin û dibêjin ku li peşberî dîroka berxwedanê ya gelan wê teqez bêne darizandin û bi vê roja reş bêne bîranîn.

Em zanin ku hêzên modernîteya kapîtalîst ên tevlî vê komploya qirêj bûn, armanca xwe ya esasî ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevgera me ya azadiyê û gelê Kurd biqedînin û Kurdan bi temamî qir bikin. Gava ku ev armanca xwe pêk anîbûna wê li gorî dilê xwe dest li cografya Kurdistanê û Rojhilata Navîn werbidan, li gorî berjewendiyên xwe sînor diyar bikira û ev cografya ku dergûşa gelan e bixistina nava kaosa şerekî bêdawî. Yekane îdeolojiya ku dikare li pêşiya van planên qirêj bisekiniya jî felsefeya jiyana bi hev re û azad a Rêber Apo bû. Rêber Apo li nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ku kes nikare îdare bike û di bin tecrîda mutleq de ne tenê jiya, her wiha weke sosyalîstekî jiya. Di destê dijmin jî de be, paradîgmaya jiyana demokratîk, azad û sosyalîst afirand û bi vî rengî bersiva herî bi wate da hêzên komploger.

Sîstema qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê ji bo Rêber Apo her roj û her kêlî biqedîne, ji bo tiştekî ji ber hêviyê nehêle bi rengekî taybet hate avakirin û Rêber Apo jî di nava vê sîstema êşkence û qirkirinê de her roj, her kêlî xwe afirand, nû kir û bersiva herî bi wate da avakarên sîstema qirkirinê. Bi gotina, hûn çawa dikarin bi milyonan mirovî li hucreyeke teng bihêlin, bû hêviya bi milyonan mirovî. Bi gotina xwe vejîna 3’yemîn li ser bingeha azadiya jinê, ekolojî û demokratîk da rûniştandin û paradîgmaya vê yekê afirand. Bi rêya vê paradîgmayê li derveyî jiyana bi nexweşiyê ya ku modernîteya kapîtalîst li gelê Kurd, jinan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ferz dike, nîşan da ku jiyaneke demokratîk û azad dikare bê afirandin.

Bûyer û pêşketinên heyî yên li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêmanên esasî yên vê paradîgmayê ne ku îro bala tevahiya cîhanê li ser e, li gel êrîş, komkujî û qirkirinê jî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen, Çerkez û baweriyên cuda di jiyana azad de israr dikin û bi pêşengiya jinê jiyan afirandine. Rêbaza xwerêveberiyê ya ku hemû cihêrengî bi hev re bi nasname û îradeya xwe di nav de ne, bû temînata wê yekê ku ev proje li Rojhilata Navîn û cîhanê dikare bi cih bê anîn.
Jinên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn di nav rewşeke ku ji asta koletiyê jî derbas dibû dijiyan, bi paradîgmaya jina azad a Rêber Apo hişyar bûn û têkoşîna xwe didomînin, jiyaneke bi rengê jinê ava dikin. Ji ber vê yekê, wek jin em baş dizanin ku ev komploya qirêj di heman demê de li dijî xeta me ya jina azad a Rêber Apo ye û em jî têkoşîna xwe li ser vê bingehê pêş dixin.

Serketina hebûn û azadiya gelê Kurd û jinan ji hilweşandina pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê derbas dibe. Li ser vê esasê di serî de jin û ciwan, em bangî hemû gelê xwe yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk dikin ku û dibêjin ku êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15’ê Sibateke din jî di nav pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de derbas bike. Loma ji bo ku bi awayekî azad bijî û şert û mercên guncan ji bo xebata wî bên dabînkirin, divê hemû alî bi awayekî hêztir beşdarî pêngava Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Demokratîk bibin. Divê ji 7 salî heta 70 salî, her kes bi îdîaya gihandina vê roja reş bi rengên azadiyê re, ji bo bilindkirina hêviya jiyaneke azad bixebite. Da ku Rêber Apo bikare projeya xwe ya ku bi taybet ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn mifteya jiyaneke bi hev re, azad û demokratîk e li her derê ava bike û bikare rola xwe ya dîrokî bilîze, divê em ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên guncan li qadan bin. Em bangî hemû jinan dikin ku bi wê hişmendiyê tevbigerin ku meşa ber bi Rêber Apo ve diherike di esasê xwe de meşa azadiyê ye. Loma ji bo veguherîna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser bingeheke demokratîk ku Rêber Apo dixwaze bide destpêkirin, hemû jin bi dil û can bixebitin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCDK-E wê komxebata ekolojiyê lidar bixe
Nûçeya Pişt re Egîd Roj: Dibe ez serketinê nebînim, lê Efrîn wê teqez rizgar bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê li dijî hucreyên DAÎŞ’ê operasyon kir: 3 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê ragihand ku di du operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Kantona Firatê: Komplo têk çû

Şêniyên Kantona Firatê diyarkirin ku komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundên Minbicê di bin bombardûmana dagirkeran de ne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan top avêtin gelek gundên Minbicê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?