Hikûmeta koalîsyona rastgir a nû ya li Hollandayê, roja Pênçşemê bi dibêtiya betalkirina qanûnên Ewropayê, polîtîkiya penaberiyê ya herî hişk pêşniyar kir û soz da ku dibêtiya veguhestina balyozxaneya Hollandayê ya li Îsraîlê ji bo Qudusê lêbikole.
Peymana koalîsyonê ya ji 26 rûpelan pêk tê, piştî serkeftina hilbijartinê ya serokê rastgir Geert Wîldersê, di encama muzakereyên navbera çar partiyan de piştî şeh mehan şûndê di saetên sibê de hate erêkirin.
Di metnê de wiha tê gotin, “Ji bo kontrolkirina qanûnên penaberiyê yên herî hişk ku heta îro hatine qebûlkirin û ji bo kontrolkirina koçberiyê, di bergeha paketa tedbîrên herî berfireh ku heta niha hatine girtin de wê gavên berbiçav werin avêtin.”
Îmzaker diyar dikin ku ji bo ji polîtîkaya penaberiyê ya Ewropayê derbikevin di zûtirîn dem de daxwaz ji Komîsyona Ewropayê bikin.
Her wiha di metna peymanê de soza lêkolînkirina dibêtiya veguhestina balyozxaneya Hollandayê ya li Îsraîlê ji bo Qudusê hat dayîn.
Di meya pemanê de wiha tê gotin, “Em ê çareseriyên ji bo pêvçûna Îsraîl- Filîstin û berjewendiyên dîplomatîk li ber çavan bigirin, di demek guncaw de binirxînin ku balyozxane wê kengê ji bo Qudusê bê veguhestin.
Peyman di navbera çar partiyan de pêk hat: Partiya Azadiyê ya Geert Wîlders (PVV), Partiya BB alîgirê çandiniyê, Partiya VVD ya lîberal û partiya NSC ku xwe weke dijberî gendeliyê nîşan dide.
Hê naye zanîn ku kî bibe serokê nû ya hikûmeta koalîsyonê. Serokê heyî Mark Rutte xwe ji bo Sekreteriya Giştî ya NATO’yê amade dike.
Navê wezîrê berê yê karên hundir û perwerdeyê Ronald Plasterk ku di muzakereyên ewil de roleke girîng lîst, di nav kesên herî zêde tê bilêvkirin de ye.