Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê li ser mijarê agahî da.
Hate ragihandin ku kolber Cebarî Weysî (30) ê ji gundê Cucar ê bajarê Salasa Bawecanî, di 29’ê Çileyê de di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de li herêma Newsudê ji serê xwe birîndar bû.
Li gorî heman çavkaniyê kolber rakirin Nexweşxaneya Kirmaşanê, lê belê doh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.