Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê salvegera 26’an a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. Di çalakiyên protestoyê de cilên reş ku welatiyan li xwe kiribûn balê kişand ser xwe û hêrsa xwe li dijî komployê anîn ziman.
ŞIRNEX
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê û navçeyên wê li navçeya Silopiya komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankarta “Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” vekirin.
Hevserokê DEM Partiya Silopiya Idban Kaplan daxuyanî da û da zanîn ku komploya 9’ê Cotmehê îro bi tecrîda girankirî didome û got: “Bi vê komployê hat xwestin gelê Kurd bêstatû û bêîrade bimîne. Hat xwestin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane neyê çareserkirin. Bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek mudaxileyê dest pê kir. Bi komployê hat xwestin ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef hat girtin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez anî ziman ku armanca welatên NATO’yê ew bû ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêlin û got: “Dijwarkirina şer kirin armanca xwe. Lê belê birêz Ocalan li Îmraliyê paradîgmayek nû afirand. Bû dengê aştiyê. Ji bo şer hin dijwartir nebe divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em hemû gelê xwe yê azadîxwaz û aştîxwaz vedixwînin mitînga me ya li Amedê.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
EDENE
Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û endam û rêveberên DEM Partî û DBP’ê bi daxuyaniya li Qada Beşocakê dan bertek nîşanî komployê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” hate hilgirtin.
Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ê li vir axivî wiha got: “Li Îmraliyê tenê Ocalan nayê dîl girtin, di heman demê de di kesayeta wî de vebijêrka aştiya civakî û jiyana azad a gelan a Tirkiyeyê bûye. Rakirina tecrîda li dijî birêz Ocalan dê zincîra faşîzmê ya gelên Tirkiyeyê dorpêçkiriye jî bişikîne. Em komploya 9’ê Cotmehê ku kete sala 26’emîn careke din şermezar dikin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku îradeya aştî, demokrasî û azadiyê ya birêz Ocalan biparêzin û beşdarî mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê pêk bê bibin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Çûkûrovaya TUAY-DER’ê Metîn Înce yê li vir axivî, komplo şermezar kir. Înce, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan destnîşan kir.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan banga tevlibûna mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de bê lidarxistin kir û wiha got: “Ne sûce ku mirov bibêje ‘ez ji birêz Abdullah Ocalan re azadiyê dixwazim’. Ne sûce ku mirov bibêje ‘Ez ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk dixwazim’. Mitînga ku em ê li Amedê li dar bixin jî rewa û hiqûqî ye. Ya ku esas bêhiqûqî ye komploya ku beriya 26 salan pêk hatiye. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî komplo şermezar kir.