Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Karaca: Polîtîkayên şer yekîtiya gel û têkoşîna kedê asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê mîtînga ji Rêber Apo re azadî
Kurdistan

Li Amedê mîtînga ji Rêber Apo re azadî

Li Amedê gelê ku beşdarî mîtînga ji Rêber Apo re azadî bû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Qada Îstasyonê mîtînga “Ji bo aştiyê azadî” tê lidarxistin. Bi hezaran welatî li deverên cuda li hev civiyan û bi dirûşme û pankartên cuda heta qada mîtîngê meşiyan. Ji gelek bajarên Kurdistanê bi sedan welatî ji bo tevlî mîtîngê bibin hatin bajêr. 

Li qada mîtîngê dirûşmeyên “Ji bo siberojeke azad çareseriya demokratîk”, “Rêya çareseriya demokratîk azadî ye”, “Jin, jiyan, azadî” hatin vekirin. Di meşê de pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Wêrekiya çareseriyê, ked ji bo azadiyê” û “Berxwedana jinê azadî ye” hatin daliqandin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel û Dayikeke Aştiyê wekî axêver di mîtîngê de cih girtin. Her wiha Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamneterên DEM Partiyê û CHP’ê û hevşaredarên bajar û navçeyan jî beşdarî mîtîngê bûn.

Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de saziyên zimanê Kurdî û Dayikên Aştiyê bi kortejeke cuda ketin qadê û bi pankartên “Bila zimane Kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” û “Her dem Kurdkî her ca de Kurdkî” meşiyan. Girseya gel bi stranên Arbene û Kurdî meşiya û dirûşma “Be ziman jiyan nabe” berz kir.

Li aliyê din Rêxistina Hevgirtina Xwendekarên Azad a Dîcleyê bi pankarta “Heta Serok azad nebe, aştî şaşitî ye” meşiyan. Ciwanan tevî hemû astengiyên polîsan jî pankartê anîn qada mîtîngê.

Bi deh hezaran kes beriya axaftinan demeke dirêj govend gerandin û bênavber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.  

Piştre Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî got: “Bila ev qad bibe qada aştiyê. Dem dema aştiya birûmet e. Werin em bi hev re li kêleka muxatabên xwe aştiya bi rûmet ava bikin.”

Aktivîsta TJA’yê Çaglar Demîrelê jî anî ziman ku TJA wê ji bo aştiyê li ber xwe bide. Çaglar Demîrelê diyar kir ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê ji nan û avê zêdetir aştî lazim e û got: “Ji ber vê yekê yên ku vê qadê tije dikin, yên aştî û azadiyê dixwazin bi xwe ne. Yê ku dê aştî û azadiyê bîne di muxatabê xwe de diyar e. Bila Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”   

Axaftina Çaglar Demîrelê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat qutkirin.

Çaglar Demîrelê got: “Em azadiya civakê û jinan di azadiya Abdullah Ocalan de dibînin. Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û cîhanê her roj jin tên qetilkirin. Êrişên li ser jinan zêde bûne. Netew-dewlet, dagirker û zîhniyeta mêr her roj jinan qetil dikin. Lê em jinên Kurd, jinên aştiyê dixwazin, her tim û li her derê ji bo aştî û azadiyê dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî'”.

Çaglar Demîrelê bal kişand ser şerê qirêj ê li Rojhilata Navînê û qetilkirina rojnamegeran şermezar kir. Çaglar Demîrelê got: “Em aştiyê dixwazin, demokrasî û azadiyê dixwazin. Lewma divê beriya her tiştî statuya Rojavayê bê naskirin. Ji ber ku Rojava ji bo cîhanê mînak e. Şoreşa jinê li Rojavayê pêk hat. Em têkoşîn û berxwedana xwe li her derê didomînin. Em her tim rola xwe ya aştiyê dilîzin. TJA, li her derê pêşengiya aştiyê dike. Ji bo aştî û yekîtiya gelan pêşengiyê dike û wê pêşengtiyê bike. Gelê Amedê û jinên kurd aştî û demokrasiyê dixwazin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê tecrîd ji holê bê rakirin. Beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan rabe, da ku di muzakereyan de cih bigire. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin. Azadî nêzîk e, azadiya Rêber Apo nêzîk e.”

Di dema axaftina Çaglar Demîrelê de girseyê gel gelek caran bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, azadî” û “Bijî berxwdana Rojavayê” berz kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
Nûçeya Pişt re ‘Mafê hêviyê pêk bînin em bi hev re aştiyê ava bikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PYD: Mala Silêman Emûka wefat kir

PYD’ê ragihand ku endama wan Mala Silêman Emûka wefat kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

Li Şirnexê di pêvajoya doza Apro Dîrîl de, yê ku di lêpirsîna derbarê Şimoni Dîrîl…

Ji aliyê Stêrk TV

Mitînga Êlihê: Em dikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê

Kedkarên li Êlihê di qada 1’ê Gulanê de li hev civiyan û ev peyam dan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Amedê berxwedana li dijî projeya GES’ê: Nobed hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?