Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê em şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin!’
Kurdistan

‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê em şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin!’

Ji fermandarên YJA Starê Delîla Devrîm salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Bi guleya destpêkê dîwarê tirsê hilweşiya! Rêber Apo dara hişkbûyî ji nû ve şîn kir." Devrîm, li dijî dagirkerî û îxanetê banga mezinkirina şerê gel ê şoreşgerî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji fermandarên YJA Starê Delîla Devrîm, bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, ji ANF’ê re axivî.

Delîla Devrîm, anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo mirovahiyê bû mîladek û wiha got:

“Di serî de ez Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, hevrêyên me yên di têkoşîna şoreşê de şehîd bûne û li gelê me yê welatparêz pîroz dikim. Ji bo pêngava 15’ê Tebaxê pêk were gelek sedem hebûn. Ji ber ku gelê Kurd di wê demê de rastî êrîşên qirkirin û komkujiyên çandî dihatin. Ji ber vê yekê guleya yekemîn a hevrê Egîd di 15’ê Tebaxê de avêtiye, ji bo gelê Kurd dihat wateya hêviyê. Polîtîkaya qirkirina çandî ya ji aliyê dagirkeran ve hat plankirin, bê encam ma. Dijmin êdî rastiya Kurdan fêm kiriye, Kurd xwedî çandeke serhildêr in û koletiyê hêjayî xwe nabînin. Gava ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku Kurd her tim li dijî siyaseta înkar û tinekirinê serî hildane. Di van serhildanan de gelek Kurd hatin qetilkirin. Mînaka herî şênber jî komkujiya Dersim û Geliyê Zîlan e. Tiştê ku ez dixwazim bêjim ev e; dagirker her tim li dijî Kurdan polîtîkayên şer ên qirêj meşandine. Lê belê li dijî wê Kurd ti carî dev ji çanda xwe ya serhildanê bernedane. Bi hatina PKK’ê re çanda berxwedanê hêj çalaktir bû. Ev yek bi saya Rêber Apo çêbû. Rêber Apo dara hişkbûyî ji nû ve şîn kir.”

‘BI GULEYA DESTPÊKÊ RE DÎWARÊ TIRSÊ HILWEŞIYA!’ 

Delîla Devrîm, da zanîn ku guhdarîkirina stranên Kurdî jî tên astengkirin û wiha dom kir, “Berê li malê jî guhdarîkirina muzîka Kurdî qedexe bû. Bi saya keda Rêber Apo û pêşengiya hevrê Egîd li Botanê guleya destpêkê li dilê dijmin hat xistin û dîwarê tirsê hilweşiya. Ev yek bû wesîle ku gelê Kurd bêhnê bigire. Êdî baweriya gelê Kurd a li hemberî xwe bi pêş ket û yekemcar bi artêşeke xurt dest bi pêvajoyeke şoreşgerî kir. Gelê Botanê ji vê pêngavê hêz girt û li kolanan li ber xwe da. Dewleta Tirk a mêtînger li dijî vê berxwedanê matmayî ma û hewl da gel biçewisîne. Lê gelê Kurd ji berxwedana xwe tawîz neda. Dewleta Tirk a dagirker a ku hêza wî têrê nekir ku li ber berxwedana gel rabe, dest bi rê û rêbazên qirêj kir. Hewl da Kurdan li dijî hev bide şerkirin, sîstema cerdevanî bi Kurdên ku xwe ji bo çend qurûşan difiroşin, ava kir. Dewleta Tirk baş dizanîbû ku wê nikaribe xwe li hember hêza Kurdan rabigire, lewma hewl da Kurdan li hemberî hev bide şerkirin. Dewleta Tirk ji vê plana xwe ya qirêj jî ti encam negirt. Ji ber ku gelê Kurd êdî hebûna xwe di rastiya PKK’ê de dîtibû û her Kurdek bi rûmet di heman demê de bibû endamekî PKK’ê. Ji bo jinên Kurd jî rêyek nû ya azadiyê vebibû. Jin di nava civakê de bi zîhniyeta kolekirinê re rû bi rû mabûn. Jin tine dihate hesibandin… Jin di nava civakê de weke hebûneke nedihat dîtin. Lê belê piştî pêngava 15’ê Tebaxê bi hezaran jin tevlî nava refên PKK’ê bûn. Êdî 15’ê Tebaxê ji bo her kes bibû hêvî.”

‘BERXWEDANA GERÎLA MEZIN BÛ Û DEWLETA TIRK JI HEV KET’

Delîla Devrîm, gotina dewleta Tirk a dagirker a ku dibêje “Qedî, em ê wan tine bikin” bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di rastiyê de ew ji hev ketin û qediyan. Jixwe baweriya kesî bi dewleta Tirk nemaye. Tenê aliyên faşîst bi wan gotinan bawer dikin. Rastî li holê ye, dewleta Tirk li hemberî PKK’ê ji hev ketiye û bêhêz bûye. Divê dewleta Tirk a dagirker vê yekê zanibe; PKK’ê naqede. Ji ber ku Rêber Apo zemîna PKK’ê bi awayekî xurt avakiriye. Paradîgmaya azadiyê ya ku Rêber Apo me pêş xist û bihêz kir.

Êdî gerîla profesyonel in. Her roj derbên giran li dijmin dixin. Her çend dewleta Tirk a dagirker di çapemeniyên xwe de parve neke jî, her kes vê rastiyê dizane. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bêçare maye. Ji ber vê yekê her roj navên leşkerên mirî bi nûçeyên sexte di çapemeniya şerê taybet de dide. Ev nîşana bêçarebûna wan e. Bi ruhê ku hevrê Egîd di me de pêş xist, me dijmin têk bir. Niha jî her gerîlayek bûye Egîd. Û heta ku ev ruh dewam bike, em bawerin ku dewleta Tirk a dagirker wê her li hemberî gerîla têk biçe.”

‘DIVÊ EM ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û HEVKARÊN DAGIRKERAN MEZIN BIKIN’  

Ji fermandarên YJA Starê Delîla Devrîm bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û berxwedanê û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser vê serdemê, dibînin ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên qirêj ên ku piştî 15’ê Tebaxê xwest li dijî Kurdan bimeşîne, niha bi destê PDK’ê dixwaze bimeşîne. Di operasyona dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê de PDK dide pêşiya dagirkeran. Çawa ku di salên 1990’î de dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê sîstema cerdevaniyê ava kir û li gelê Kurd komkujî kir, heman tiştî niha bi destê PDK’ê dike. Ev hemû ji xwe li pêş çavan e. Her kes şerê li Başûrê Kurdistanê dibîne. Dewleta Tirk bi destê PDK’ê gundan vala dike, dişewitîne. Qîma xwe bi vê jî nîne, bi balafirên bêmirov bi destûra PDK’ê li Başûr komkujiyan li sivîlan dike. Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê enfalê li Kurdan dike. Gelê Kurd ê li wê derê neçarî koçberiyê dike. Li şûna Kurdan jî çeteyan bi cih dike.  

Em ê van lîstikên qirêj ên dewleta Tirk ku bi destê PDK’ê diafirîne têk bibin. Weke ku min got, ji ber ku em hêzeke ji aliyê fermandarê mezin hevalê Egîd ve ahtiye afirandin, em ê di vî şerî de bi ser bikevin. Bila baweriya gelê me jî ji vê yekê hebe, em ê bi hev re şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin û nehêlin dagirker Kurdistanê talan bikin. Ji bo vê jî li çar parçeyên Kurdistanê divê gelê Kurd xwe ji şerê gel ê şoreşgerî berpirsyar bibîne, dest bide gerîla û rê nedin dagirkeran. Eger gel û gerîla bi hev re vî şerî bimeşîne, wê serketin a me be. Bi saya vê yekbûnê wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikê. Kurdistan jî wê azad bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîl, li dijî Îranê ji hevalbendên xwe bi awayekî eşkere destekê dixwaze!
Nûçeya Pişt re Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

Hate ragihandin, ku Sara Ebrahîmî ya ku dîmenê êşkecekirina wê ji aliyê Pasdarên Îranê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin li Amarayê ne: Divê Rêber Apo azad bibe!

Jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji Amedê ber bi Enqereyê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Kantona Firatê û Til Temirê ji bo piştgiriya bi QSD’ê re daket qadan

Gelê Kantona Firatê û Til Temirê bersiv da banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?