Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ku xizmên girtiyan di çarçoveya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk’ li dar dixin, li Edeneyê dewam kir.
Di pêşengtiya xizmên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn.
Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) tevlî çalakiyê bûn.
Girseya ku pankarta bi nivîsa “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekirin, gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” ya bi Kurdî û Tirkî li xwe kirin. Girseya ku li nêzî girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin, di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da.
Hevserokê DEM Partî yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr daxuyanî da û diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Eger li vî welatî maf, hiqûq û edalet hebûya ev çalakî nedibûn. Sedema sereke ya kombûna me ya li vir ew e ku dawî li zilm, zext, êşkence û sepandinên antîdemokratîk ên li girtîgehan bê anîn. Rewşa li girtîgehan pir xeternak e. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û heta lêgerîna dev rastî muameleyên xirap tên. Li hemû girtîgehan şert û mercên giran ên tecrîdê dewam dikin. 42 meh in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin ku 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ne dikare bi malbata xwe re, ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li gorî pergala hiqûqî ya heyî cezayê girtiyeke çi dibe bila bibe xwedî maf e ku heftiyê careke bi malbata xwe re hevdîtinê bike û dema ku bixwaze bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Lê mixabin desthilatdariya AKP-MHP’ê vê asteng dikin û qanûnên xwe binpê dikin. Em careke din bang li hikûmetê dikin ku dawî li van sepandinên antîdemokratîk bînin.”
Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir.