Li gorî agahiyan, teqîn li Xaçerêya Ewlekariyê ya di bin kontrola hêzên Şamê de ye pêk hat. Ajokarê wesayitê Ebû heyder birîndar bû û rakirin nexweşxaneya li nêzî Xaçerêya Ewlekariyê.
Hêzên hikumeta Şamê cihê bûyerê dorpêç kirin. Têkildarî teqînê agahiyên befireh bi dest neketin.