Endamên hêza HAT’ê yên ser bi Hêza Ewlekariya Hundirîn û Endama YPJ’ê Yildiz Çiya (Dilvîn Mihemed) ku 30’ê Kanûnê li Qereqozaxê, Zana (Ebd Elrehman Mislim) û Zînal (Ehmed Beyrem) ê 8’ê Kanûnê li Minbicê şehîd bûn, li Kobanê hatin veşartin. Bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn û şehîdên xwe spartin axê.
Di merasîmê de ji rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD’ê Bedîa Miho axivî û anî ziman ku wê şoreşa xwe heta dawiyê bi ser bixînin. Bedîa Miho got, “Vaye em rojane zarokên xwe vedişêrin. Vaye şervanên me xwe ispat kirin. Sekna gelê Kobanê ya sala 2014’an çaw bi ser ket, wê careke din bi ser bikeve û dagirkeriyê têk bibe. Em ji 7 salî heta 70 salî li pişt şervanên xwe ne.”
Endamê Hêza HAT’ê Mehmûd Welo jî diyar kir ku wan soz bi xwîna şehîdan dane, wê ti carî serî li hemberî dagirkeriyê netewîn in û got: “Hevalên me canê xwe ji bo azadiya tevahî gelan kirin feda. Çeteyên Erdogan wê negihêje armanca xwe. Ew dibêje em ê gelê Kurd tune bikin, lê bila baş bizanibe ku kî li vir e û kî li bendê ye. Ev der deşta Sirûcê ye, me li vir soza serketinê dane. Me dil û canê xwe feda kirine. Em ê serketinê û berxwedanê bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi ser bixînin. Heta kêliya dawî em soz didin hêza xwe, şehîdên xwe û Rêberê xwe ku em ê bi ser bikevin.”
Piştî xwendina wesîqeya şehîdan û radestkirina li malbatên wan, cenazeyên şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.