Ciwanên Kurdistanî yên li Fransayê (CKF) li qada Vieux Port a li navenda Marsîlyayê ji bo balê bikişînin ser sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stant danîn.
Ciwanan diyar kirin ku di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîd û êrîşên qirkirinê li ser gelê Kurd têne ferzkirin û pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi zimanê Fransî diyarî mirovên li derdorê kirin.