Li gor nûçeya AFP’yê, derhênera hunerê Katerîna Gregos ya EMST’ya ku yek ji wan muzexaneyên herî mezin yên Atînayê ye got, “Wê ji bo 10 mehan hemû muzexane ji bo hunermendên jin be.”
Mûzê wê bi vê ceribandina xwe hem li Yewnanistanê hem jî li seranserê cîhanê pêkanîneke kêm tê dîtin bipejirîne.
EMST, xwedî koleksiyoneke daîmî ye ku ji paşerojê heta roja îroyîn berhemên 25 hunermendên jin ku li kargehe kevin ya bîrayê bû.
Di vê koleksiyonê de hunermendên wênesaz, peykersaz û wênekêşan hene.
Berê, tenê ji sedî 37’ê hunermendên li muzexaneyê jin bûn; Înîsiyatîfa EMST’ê armanc dike ku nûnertiya hunermendên jin zêde bike.
Katerîna Gregos dibêje ku hê jî hunermendên jin di gelek qadên cîhana hunerê de kêm têne temsîlkirin û destnîşan dike ku dixwazin vê yekê biguherînin.
Pêşangeh peyameke girîng dide, ji ber ku; li welatekî ku hunermendên jin demeke dirêj e hatine marjînalîzekirin û li Yewnanistanê di warê hunerên dîtbarî de tevgereke femînîst ya birêxistî tune ye.
Rêzepêşangeha EMST’ê ya bi navê “Eger cîhanê jinan bi rê ve bibira?” ji lîstika bi heman navî ya şanogera Îsraîlî Yael Bartana îlhama xwe girtiye.
Katerîna Gregos got, “Bi gelemperî şer û wêrankirin ji aliyê meran ve tên kirin. Eger jin di nava hikûmetê de bûna, tundî kêmtir, lihevkirin zêdetir, wekhevî zêde bibûya. Cîhaneke bêkêmasî nedibû lê teqez wê cuda bûya.”
Her çend EMST’yê di destpêkê de hate plankirin ku di sala 2012’an de vebe, lê heta sala 2021’an dest bi çalakiyan nekir.