Çarşem, 8 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Gimgimê civîna gel: Divê gavên şênber bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya NATO’yê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Sakîne Karakoçan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdan birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trump: Bi dîtina min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek piştî 7 salan konê sersaxiyê hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sempozyuma Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê de hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Malbat ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev
Rojane

Malbat ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev

Xizmên windakiriyan li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev û aqûbeta yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ pirsîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Xizmên Windakiriyan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de hate gotin ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn û faîl tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.

AMED

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” vê hefteyê jî domandin. Çalakî di hefteya xwe ya 792’yan de li ber Bîrdariya Yaşam Hakki ya li Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê kesên hatine qetilkirin li ser bû, hate vekirin.

Nûnerê Herêma ÎHD’ê Tahir Saçakli wiha got: “Bi salane em dizanin ku faîlên xizmên me yên hatine windakirin, bên dîtin û darizandin. Em dixwazin ku li welêt aramî hebe û hemû gel bi hev re azad bijîn.”

Di çalakiyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ku 4’ê Nîsana 1995’an di bin çavan de hate windakirin, hate pirsîn. Endamê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Dagli vegot.

ÊLIH

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 628’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Kadîr Keremoglû hate vegotin.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Reşît Çetînkaya di daxuyaniyê de axivî û got ku heta tevahiya windakirî tên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû hate pirsîn ku di 14’ê nîsana 1995’an de li Wanê hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Çetînkaya, serpêhatiya Keremoglû wiha vegot: “Keremoglû ji Geverê bû û tevî malbata xwe li Wanê dijî. Malbateke halxweş bû û kesên girêdayî JÎTEM’ê bi gotina  ‘navê we di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de heye’ gef li malbatê dixwar û pere jê xwestin. Dema malbatê ev yek red kirî jî bû hedef. Karsaz Kadîr Keremoglû ku 75 salî bû, di 14’ê nîsana 1995’an de dema ji Mizgefta Keremoglû ya li navenda Wanê derdiket, ji hêla kesên di wesayîta Torosa Spî ya bi plakaya 01 EA 600, wesayîta Dogan a bi plakaya 65 ER 279, wesayîta Broadway a bi plakaya 06 FH 600 û wesayîta bi plakaya 34 ALL 82 de hate revandin.

Di encama lêkolînên malbatê de derket holê ku kesên Keremoglû revandin, ew radestî Mahmût Yildirim ê bi nasnavê ‘Yeşîl’ kirine. Ji ewil birine navenda JÎTEM’ê ya Wanê û piştre jî birin Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Wanê. Di heman demê de malbatê xwe gihand agahiyên nasnameyê yên kesên tev li bûyera revandinê bûn û têkiliya wan bi JÎTEM’ê re heye.  

Malbatê bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, Waliyê Wanê û Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar re ev agahî parve kir û xwestin bavê wan were dîtin. Kesên ku di dîrokên cuda de xwe gihandin malbatê û xwe weke endamên daîreya şerê taybet û îstîxbaratê nîşan dan û efserekî bi payeya serheng, ji bo radestkirina Keremoglû ji malbatê fîdye xwest. Bûyer, di hejmarên 285 û 286 ên Kovara Aktuelê de bi berfirehî hate vegotin. Malbata Keremoglû jî di 13’ê çileya 1997’an de îfade da Komîsyona Lêkolînkirina Susurlukê ya Meclisê, bûyer vegotin û navên faîlan eşkere kir.

Dosyaya Keremoglû di navbera edliyeyên Amed, Colemêrg û Wanê de hatin û çû lê hemû hewldanên malbatê yên ji bo cezakirina berpirsyaran bêencam man. Doz di sala 2015’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn lê hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê doz bire DMME’yê.”  

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan jî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin gel hev. Li gel Xizmên Windakiriyan, Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul û endamên DBP û DEM Partiyê yên navçeyê jî tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya 18’emîn de hat xwestin ku faîlên Sabrî Çardakçi bên darizandin ku JÎTEM’ê li pêşiya mala wî ya li gundê Dara yê Geverê qetil kiribû.  

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ji Wezareta Dadê xwest ku astengiyên li pêşiya tedawîkirina girtiyên nexweş bigire û bên tehliyekirin.

Endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Ozan Akbaş jî bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber ku derheqê qetilkirina Çardakçi de “lêpirsîneke bibandor nedaye destpêkirin” Tirkiye mehkûm kiriye.  

Akbaş, got ku divê hiqûq esas were girtin û heta faîlên windakiriyan tên darizandin jî dê dengê xwe bilind bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîd Mihemed hat veşartin, şehîd Mizgîn jî hat bîranîn
Nûçeya Pişt re Ji bo 3 girtiyên nexweş çalakî: Rewşa wan giran e, divê demildest bên tehliyekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dibistananên Kobanê ji 72 hezar xwendekarî re deriyên xwe girtine

72 hezar xwendekar 572 dibistan û 4 hezar 190 karmendên desteya perwerde û fêrkirinê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

Li parêzgeha Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê 2 drone hatin xistin.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Hikûmeta Iraqê divê nebe hevkarê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê bang li hikûmeta Iraqê kir ku nebe hevkarê polîtîkayên qirêj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Gimgimê civîna gel: Divê gavên şênber bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Encamnameya NATO’yê hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Sakîne Karakoçan jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?