Bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û Fermandarê Tûgaya Kobanê Mehmûd Berxwedan îro li Kobanê civînek ji gel re li dar xist.
Piştî deqeya rêzgirtinê, Mazlûm Ebdî behsa bûyera li zindana kir û bi bîr xist ku piştî şehadeta Sîpan Hiznî xwepêşandan hat lidarxistin û got: “Piştî xwepêşandanê hejmareke ciwan hatin girtin. Paşê ji ber gefên ku ew ê hemû girtî sewqî Helebê bên kirin, di girtîgehê de rageşî derket, di encamê de 10 girtî şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn.”
Mazlûm Ebdî da zanîn ku komîteyeke lêpirsînê ya taybet ji bo ronîkirina bûyerê hatiye avakirin.
Ebdî qala peymana 29‘yê Çileyê û bicihkirina wê jî kir û destnîşan kir ku gelek ji wan mijarên sereke hatiye çareserkirin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bal kişand ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî jî û wiha dom da axaftina xwe: “Lê li ser dosyaya zimanê Kurdî nîqaş tê kirin û ji bo vê yekê jî wê çareserî bê dîtin. Pêwîst e zimanê me yê Kurdî zimanê me yê xwandinê bibe zimanekî fermî. “

